CivakRojev

Hatûçûna geştyarî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de asayî ye

Berdevkê Sînorê Navdewletî yê Hacî Omeran ragihand, aloziyên navxweyî yên Îranê bandor li hatinûçûna geştyarî û bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê nekiriye.

Sîrwan Husên peyvdarê sînorê navnetewî yê Hacî Omeranda xûyakirin ku, “Hatina rojane ya geştyaran û welatiyan li ser sînorê navdewletî yê Hacî Omeran asayî ye û rewşa navxwe ya Komara Îslamî ya Îranê li ser sînor e. Wek berê ji welatiyan re vekirî ye û tevgera di navbera her du aliyan de asayî ye.”

“Rast e ku ev du hefte ye rewşa Îranê ji ber grevê û xwepêşandanan aloz bûye, lê qeyran heta niha nebûye sedema sistbûna bazirganiyê û çûnûhatina welatiyan û geştiyaran.

Hêjayî gotinê ye ku ev du hefte ye kuştina Zîna Emînî li hinek bajarên Îranê bûye sedema xwepêşandan û grevê û rewş berbelavî bajarên ser bi Herêma Kurdistanê bûye.

Back to top button