CivakRojev

Asayiş: Tohmetbarên kuştina Nagihan Akarsel hatin desteserkirin

Asayişa Silêmaniyê ragihand ku tohmetbarên kuştina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel li navçeya Koye hatin desteserkirin.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê derbarê kuştina Nagihan Akarsel a ku îro Sêşemê 4ê Cotmeha 2022yan de di encama êrişeke çekdarî de hatî kuştin daxuyanî da û ragihand wan tawanbarên bûyerê li navçeya Koye desteser kirine.

Asayîşa Silêmaniyê diyar kir ku ku îro di saetên sibehê de em hatin agahdarkirin ku li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê jinek bi navê Nagihan Akarsel hate kuştin û yekser hêzên wan gihiştin cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

Di daxuyaniya Asayişê de tê gotin: “ Piştî lêkolînek baş di nava çend saetekê de di jêr fermana Serokê Dezgeha asayîşa Herêmê de û bi hemahengiya li gel rêveberiya asayîşa rojhilatê Hewlêr-Koye, me karî tawanbarên vê bûyerê bigrin.”

Li gor daxuyaniyê niha lêpirsîna li gel wan kesên ku bi tohmeta kuştina Akarsel hatine desteserkirin de berdewam e.

Asayîşa Silêmaniyê destxweşiyê li kesên ku di desteserkirina wan de bûne alîkar dike.

Back to top button