Nameyek ji Serok Wezîra Brîtanyayê gihişt Serok Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji Liz Truss Serok Wezîra Brîtanyayê wergirt.

Di nameya xwe da, xanim Truss spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo beşdarbûna wî ya di merasîma taziya Şahbanûya Elizabeth ya Duyem, Şahjina koçkiriya Şahnişîna Yekgirtî da û herwesa kêfxweşiya xwe jî ji bo careke din bi hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da.

Serok Wezîra Brîtanyayê di nameya xwe ya ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî da, têkiliyên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê weke hevkarekî sereke li Rojhilata Navîn bilind dinirxîne, herwesa balê dikşîne li ser wê yekê ku Şahnişîna Yekgirtî digel Herêma Kurdistanê bihayên hevbeş wek azadiya raderbirînê û perwedeyê û pirsên pêşîne yên wek pirsên ewlehiyê û rûbirûbûna terorê heye û xebatên me li ser van pirsan û karê hevbeş berdewam dibin.

Di dawiyê de, xanim Liz Truss Serok Wezîra Brîtanyayê hêvî xwest ku di erkê xwe yê nû de baştir bi Herêma Kurdistanê re kar bike û dostayetî û peywendiyên di navbera her du welatan de berfirehtir bibin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: