Civak

Îran berbestekî di nava Kurdistanê de avadike

Hacî Omeran – Ji bilî heft kelehên ku Îranê di nava xaka herêma Kurdistanê de dirist kiriye, niha berbestekê jî û bi kûranîya du kîlometran di nava xaka herêma Kurdistanê de dirist dike. Jêderekî ewledarîyê di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku Îranê bi vî awayî herdu rêyên Kanal û Mawetan girtiye û êdî çûn û hatin di van deveran re gelekî girçin (zehmet) kiriye. Evê çendê bandorek xerab li hevwelatîyên ewan deveran jî kiriye.

Ev jêderê ewledarîyê, yê ku nexwezt navê xwe eşkire bike ji PNA re da xuyakirin, ku hevwelatîyên van deveran bazirganîyeka ne fermî li van deveran ji xwe re dikirin û bi qantir û hespan qaçaxî ji xwe re dikirin.
Niha rê li van hevwelatîyan hatiye girtin û êdî nikarin vê qaçaxîyê ji xwe re bikin, ji ber ku ev berbesta han sext û dijwar e û bi du kîlometran jî, di nava xaka herêma Kurdistanê de ye.

Evî jêderî got: ” Ev berbesta han ji gundê Qizqepan û heta gundê Zêwe dirêj e.ji alîyê din ve jî, herdu deverên Kanal ûMawetan daye ber xwe. Ev berdesta han neqanûnî ye, ji ber ku di nava xaka herêma Kurdistanê de hatiye diristkirin.

 

Nûçe: PNA/Bextyar Qadir 

Back to top button