Kultur

Zarok û zindan (Mîrê Hêkan)

Min dixwest hina gulîke te bihûnem
Min dixwest hina çîrokên te bixwinem
Tu hina bi lîstikê xwe şa ne bû
Bi bihara jiyana xwe şa ne bû
Sûcdariya te kurdbûna te bû
 Tu penabera di welate xwe de
Di cihe bav û kale xwe de
Zordestiya têlênrêsayi girtin û dev gemkirine
Desthelata têlênrêsayi bêwejdanî û rûreşkirine
Lê metirse keça min,hêstir û rondike te rûmeta me ye
Lêdan, êş, rev, tirs û wendakirin jî ji bo azadiya me ye
raweste li ser piyan keça min têkoşîna te jiyana me ye
Raperîna te, hest, nan, av, hebûn, û hêvîya me ye
Mi ji te re ji pinîka mirîşkên te xelatek anî ye
Fermo ev nîşana bêguneh ya jiyana te ye
Hilde, hilde Hêka jiyane ew para me ye
………………………………………………………………………….
Mîre Hêkan……..Almanya….12.8.2010
Pêwendî: Info@ Mirhek.com
Dîmen/wêne: Atelya Mîre Hêkan

 

Destek ji weneyên balkêş ji hûnêrmen Mîrê Hêkan:

Zarok_u_zindan_1_178901019.jpg

 

Zarok_u_zindan_2_205476202.jpg

 

Zarok_u_zindan_3_915727288.jpg

 

Zarok_u_zindan__4_438419939.jpg

 

Zarok_u_zindan_6_573057498.jpg

 

 

 

Back to top button