Polîtîk
Maskan: Divê hikûmet wekî firsendekê bibîne
Sekreterê Giştî yê KADEP’ê Nizamettin Maskan jî daxuyanî da AKnewsê û diyar kir ku bi rawestiyana pevçûnan kêfxweş bûye û got 5 hefte be jî agirbesta PKK’ê îlan kiriye erênî ye.
Maskan ku diyar kir agirbesta heta demeke diyar “ji bo dîtina rewşê ye”, got, “PKK wisa difikire eger ji hember ve niyeteke baş bibîne, dê vê demê dirêj bike. Eger hikûmet niyeta baş nîşan bide, pêkan e ku dema agirbestê dirêj bibe.”
Maskan ku xwest hikûmet vê agirbestê wekî firsendekê bibîne, got, “Divê hikûmet dev ji gotinên wekî ‘terorîst in, eşqiya ne’ berde û li gorî rastiya Tirkiyeyê tevbigere. Divê gotineke li gorî dilê malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û rêxistinê îqna bike biaxive. Divê bi bihîstiyarî tevbigere.”