Bozyel:Em agirbestê wekî vegera ji şaşîtiyê dibînin
Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel ku ji AKnewsê re axivî, got, “Jixwe me destpêkirina pevçûnanrast nedidît. Em agirbestê wekî vegera ji şaşîtiyê dibînin, û vegera ji şaşîtiyê erênî ye.”
Bozyel ku diyar kir tundiyê dema xwe tije kiriye, got ku ne dewlet dikare bi tundiyê pirsgirêka kurd çareser bike ne jî kurd dikarin bi tundî sûdê bidin çareseriyê.
Bozyel ku anî ziman tundiya ku PKK’ê ji 1’ê hezîranê ve dimeşîne zirarê dide doza kurd, diyar kir ku bi kûrkirina tengezarî û kaosê pêvajoya çareseriyê dixe xetereyê û got, “Pêşniyara me ew e ku agirbesteke mayînde bê îlankirin. Ji bo ku rê nedin alîgirên tundiyê û yên manîpulasyon û provokasyonan dikin, divê hêzên xwe vekişînin qadên ewle.”
Bozyel ku diyar kir ji bo aştiyeke mayînde barê herî giran dikeve ser milê hikûmetê, got, “Divê hikûmet pêşîvekirinên mayîndetir bike, divê ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî gavan bavêje, rêveberiyên herêmî xurt bike, astengiyên li ber siyaseta bi nasnameya kurdî rake.”