Polîtîk

Erdogan: CHP-ê li Dersimê 50 hezar qetilkirin

Li Tirkiye û Kurdistana Bakur propagandeyên partiyên siyasî ji bo referandumê berdewamin. Berpirsên partiyên siyasî sedema helwestên xwe yên referandumê ji milet re dibêjin û her yek dixwaze milet li gora daxwaziya wan dengên xwe bide.

Duh li bajarê Sakarya serokwezîr û serokê Ak-Partiyê Erdogan ji gel re axavt û beşek mezin di axavtina xwe de behsa CHP-ê, siyaseta wan û serokê CHP-ê yê kurd û alewî kir. Erdogan di vê bşa axaftina xwe de bi kurtî ev gotin:

“ Me got emê destûrê biguherin ewan got nabe. Me got emê serokkomar hilbijêrin gotin nabe.Me li dijê dezgehên tarî şerek destpêkir,wan got emê pareziya wan bikin.Me xwest em leyiztikên tarî eşkere bikin, wan got nabe destnedin me. Me xwest em pêşiya vî welatî vekin, wan bi hemi hêz û kuweta xwe êrîşê min û partiya min kirin. Ji bo azadiyê me hinek gav avêtin, ji parlementoyê biryar derêxistin, lê ew çûn li deriyê Dadgeha Destûrî dan û gavên me yê ji bo azadiyê avêtîn xira kirin.“

Erdogan di berdewambûna axaftina xwe de behsa siyaseta CHP-ê ya kevin jî kir û di vê derbarê de got: “ Niha serokê partiya muxalefetê yê CHP-ê ji kûye? Dersimiye.Hun dizanin ku di derbarê Dersimê de min çi gotin gotine. Kî Dersim bombebaran kir? Kî bombe li gundin Dersimê barandin? Bombe li Dersimê bi fermana serokkomarê wê demê Ismet Inonî hatin barandin. Inonî serokê CHP-ê bû.Yanî CHP-ê Dersim bombebaran kir. Tê gotin ku 50 hezar insan hatin qetilkirin. Eve derbasbûya we. Hun werin ji berî her tiştekî xwe ji vê kiryarê pakij bikin.“

Nûçe: Rojevakurd

Back to top button