Polîtîk

Îran Başûrê Kurdistanê topbaran dike

Pasdarên Îranê deverên sînorî yên nahiya Hacî Omeran ya Başûrê Kurdistanê didin ber topan.Qaymeqamê nahiya Hacî Omeran, Ferzeng Ehmed ji televîzyona K24 re gotiye, ji îro sibê ve pasdarên Îranê deverên Xireberd, Kunerê, Gomehîşk û Binberdereşan yên derdora gundê Gundejorê yê Hacî Omeranê didin ber topan.Pasdarên Îranê bi behaneya hebûna hêzên Rojhilatî, wan deveran didin ber topan.Roja 8 vê mehê jî Îranê baregehên partiyên Rojhilatî yên li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê dabû ber mûşekan.Ev mideyek e pasdarên Îranê deverên sînorî yên Başûr didin ber topan. Heta niha ziyanek gihîştiye xelkê wan gund û deveran. 

Back to top button