Polîtîk
Îran 5 km derbasî nava Kurdistanê bû
Li angora bêjedana jêderekî asayişê jî – ku wek hercar nexwezt navê xwe aşkira bike – weha dihê xuyakirin, ku dê ev hêzên han li evan deveran bimînin û jê nederkevin.
Li angora nûçeyên ku ji deverên sînorî dihên, leşkerên Îranê gulleyan bi ser hemû kesan de dibarînin û êdî xelkên ewan deveran, ji malên xwe direvin û xwe li deverên hêmin û aram digirin.
Hukûmeta Îranê jî weha dide nîşandan, ku ew evan operasiyonan li dijî çekdarên PJAK a girêdayî PKK encam dide û bi behaneya hebûna evan çekdaran li nava deverên sînorî, ev operasiyon dihên encamdan.
Nûçe: PNA – Serdar Qadir /Balekayetî