Polîtîk

Daxûyaniya Parlementoya Kurdistanê


Cemawer û berpirsên herêma Kurdistanê, Iraqê û hemû cîhanê..
Rêxistinên civaka sivîl..
Gelî demokratxwaz û aştîxwazan.
.

Ev demek e, dîsan hevwelatîyên herêma Kurdistanê yên ku li deverên sînorî ne û nêzîkî Îranê ne, li ber topbarankirina hêzên supayê Îranê ne. Di encama van topbarankirinan de, gundên hevwelatiyên Kurdistanê dibin armanc bax û bostanên wan dişewitin. Bi dehan malbatan malên xwe berdan û derketin derveyê deverê, terka malên xwe kirin û ziyanên mezin çêbûn. Ew hevwelatî koçber bûne, gelek caran ji Jomara Islamî ya Îranê hatiye xwestin ku vê topbaranê bisekinîne. Ev kiryara Îranê binpêkirina prensîpên qanûna navdewletî û li dijî cîrantîyê û dostanîya navbera Îranê û herêma Kurdistanê ye.

Hukûmeta Îranê jî bêtir êrîşên xwe xurt kir û gundên Jarawe û Sengeser ên binarê çiyayên Qendîl, Boran, Sêkanîyan, KuneKotir, Şêxanî, DolîBaleyîyan û gund û zozanên Çoman jî topbaran kir. Deverên Çoman ên li Wêze, Kanîyereş, Ênzê, Kawilan, Mişkan, Berdekêl, Milmarîn, Sûreberd û Mêrgesêr jî topbaran kir.
Li gundê Wêze jî kiçeka 17 salî ya bi navê Besoz Cebar şehîd bû û jinek jî bi navê Xurbet Qadir bi dijwarî birîndar bû. Di demjimar 05:30 ê doh jî de, deverên sînorîyên Sîdekan û bi taybetî jî gundên GelîMuxaz, Dûrîyê, Tarista, Goyjereş, Harûmar û Lolan hatin topbarankirin û ziyanek mezin gihijt terş û tewal û rez û baxên hevwelatîyên evan deveran.

Ji ber çendê, em li serokatîya parlementoya herêma Kuridstanê û li gel serokên hemû gurubên parlementoya herêma Kurdistanê, bi yek helwestî û bi yek dengî dibêjin:

1-    Em gelek bi tundî van êrîş û topbarankirinan riswa dikin û em wan xeşmek mezin dibînin û em daxwazê dikin, ku zû û yekser, Îranê evê topbarankirinê bisekinîne.
2-    Em daxwazê ji hukûmeta Iraqa federal û alîyên pêwendîdarên din dikin, ku ew, van êrîşên hovane riswa bikin û bi fermî jî daxwazê ji Îranê bikin, ku êdî serwerîya xaka Iraqê binpê neke û xwe girêdayî rêkevtina Neteweyên Yekbûyî bibîne û hêzê li dijî dewleteka xwedî serwerî, serbixwe, cîran û endama Neteweyên Yekbûyî bi kar nehîne.
3-    Em daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî û hemû civaka navdewletî dikin, ku li himber vê binpêkirina Îranê bêdeng nebin û bi berpirsyarîya xwe rabin.
4-    Em daxwazê ji hukûmeta herêma Kurdistanê dikin, ku hemû şiyanên (karînên) xwe yên siyasî û diplomatîk bi kar bihîne, da ku ev rewşa sosretane bi dawî bibe.
5-    Em daxwazê ji hukûmeta herêma Kurdistanê dikin, ku bi hemû şiyanên xwe ve alîkarîya ziyanmendan bike û cihê aram ji wan re peyda bike.
Cemawerê serbilindê kurdistanê..

Serokatîya Parlementoya herêma Kurdistanê û serokên gurubên partiyên siyasî di parlementoyê de, biryar dan, ku ew li dijê van kiryarên qirêj bê deng nebin, bi berdewamî lêkolînan bikin û pîkolan bi hemû awayan bikin, da ku ev tawanên han bihên riswakirin û şermezarkirin û da ku ev sitema han bihê rawestandin.
Bi piştevanîya cemawerê serbilindê Kurdistanê, dam û dezgehên herêma Kurdistanê û helwestê yekbûyî yê parlementoya  herêma Kurdistanê yê li dijî vê sitemê, zordarîyê û binpêkirina mafên mirov, dê li ser astê navxweyî, herêmî, cîhanî û li ser hemû astan jî, ev kirdarên hovane bihên rawestandin.


Parlemento ya Herêma Kurdistanê

Back to top button