Malper Civak Îran 15 sal girtinê li ser Zara ya Kurd de sepand

Îran 15 sal girtinê li ser Zara ya Kurd de sepand

Li gor zanyariyên raporên Tora Mafên Mirovan ya li Kurdistanê Zara Mihemedî bi tometa têkdana asayîşa niştimanî 15 salan girtinê li ser de hatiye sepandin.

Zara Mihemedî çalakvana medenî û Endama Encûmena Nojîn ji aliyê beşa yekê dadgeha Sine ve 15 sal girtinê li ser de sepand û ‌tometa «Damezrandina deste û grûp bi mebesta têkdana asayîşa niştimanî» ve xistine stûyê wê.

Ev tomete girantirîn sizaya yasayî ye ku ew jî deh sal zîndanîkirine.

Bê nêrîn

Nerîna min :