Insanê bê îrade bê nirxe jî…
Gelek cara Kurd di warê siyasetê de gotarekî û di civatê de li gora hişmendiya civakê gotarek din bi kar tînin. Di rastiya xwe de eger mirov baş neşopîne gelek cara bi awayekî rastiya vê bûyerê tê nagihe ku civak ji aliyê hinek siyasetmedaran ve,bi navê kurdeyatiyê tê xapandin.
Eger kurd taybetî siyasetmedar, rewşenbîr yan jî nivîskar her alî yan jî kesayetê ku, hewldide bandora xwe li civatê bike helwesta wan baş neyê têgihandin gelek tişt serûbinû dibin û ev yek di civatê de tehrîbatên mezin peyda dike.
Lê mixabin piraniya caran dema mirov dibe dîlê siyasetekî yan jî ideolojiyekî , rastî winda dibe û gelek siyasetmedar heta radeyekî tenê dipeyîvin ew bi xwe nafikirin û tiştekî naafirînin. Ji ber ku Îrada wan tuneye. Wan bi dilê xwe îrada xwe bi keyfa xwe radestî kesekî kirine. Vekirî dibêjin filan kes îrada me ye. Eger Mirov bi xwe îrada xwe teslîmê kesayetekî bike , ev tê wateya ku mirov bi xwe bê îradeye. Veca dema di vî zawîyê de kesayeta wan bê nirxandin, mimkine her tişt bi awayekî hesanîtir bê têgihandin û rakirina tahrîbatên di civatê de pêkhatîn hindik bê jî hesanîtir bibe.
Niha heman tahrîbatên civakî li rojavayê Kurdistanê têne kirin.Li rojavayê Kurdistanê şansek li pêşiya kurda heye ku bibin xwedî statûyekî. Eger PYD û ENKS bikaribin yekrêziya Kurda avabikin û di nava xwe de bigihin encamekî, dê li rojavayê Kurdistanê çarenûsa Kurda bê guhertin. Wek din tu rê li pêşîya wan tuneye. Tê zanin ku demek dirêje hevdîtin di çavderiya Amerikayê de berdewamin. Lê kiryarên PYDê van hevdîtina têxe xeterê de. Ji ber ku vekirî PKK li dijê yekrêziya Kurda li rojavayê Kurdistanê ye.Ji xwe dema yekreziyek li derê Îrada PKKê pêkwerê, rewşa wan jî tê guhertin.
Eger PYD xwe ji PKKê cuda bibîne û îrada xwe ya radestkirî şûnve vegerine û ji hemûyê giringtir ji bo berjewendiyên Kurda tevbigere, tu asteng di rêya yekrêziyê de namine.
Yekrêziya kurda pêknewê, PYD cardin di pêşerojê de dibe hêzek çekdar di bin bandora rejima Suriye de. Başqe tu rêyek din tuneye. “Bakurê Suriye”, “xweseri”ya heyî hemû çêrokek demiye.
Eger di siyaseta ku ,tu rêvedibî de , tu navê Kurdistanê bi kar neynî, sembolên Kurdistanî di desthilata xwe de qedexe bikî û kurdên niştimanperwer bigrî û bêxî zindana de, bi îşkenceyan dawîyê li jiyana wan bînî, her tişta ku tu dikî dikeve di xizmeta dijmin de û li dijê hemû cureyê berjewendiyên netewî û Kurdistanine.
Insanê bê îrade, bê nirxe û wek leyiztikekî di destê dijmina de ye.
28.7.2021
Analîz/Rojevakurd