Cîhan

Îngilistan têkeliyên xwe bi Kurdistanê re xurt dike

Nedîm Zehawî endamê parlamentoya Brîtanyayê serdana fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Felah Mistefa serokê fermangeha peyweniyên derve ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de, serokê fermangeha têkeliyên derve,  li hember serketina wî weke endamê parlamentoya Berîtaniyayê, pîrozbahî li Nedîm Zehawî kir û hêvî xwast ku ew bikare di nav grupa parlamenterên partiyên nav parlamentoya Berîtaniyayê (APPG) de ji bo dostaniya gelê kurd roleke mezin bilîze.

Her du aliyan tekîd li ser giringiya xurtkirin û  berfirehkirina têkeliyên di navbera herêma Kurdistanê û Berîtaniyayê yên di warê aborî, bazirganî, kurlturî, hevkarî û hevahengiya di navbera zanîngeh û odeyên bazirganê û teşwîqkirina sermayaderên berîtanî ku li herêma Kurdistanê karê sermayerazandinê bikin kir.

Mistefa di axaftina xwe de got ku ew hêvîdare hikûmerta nû ya Berîtaniyayê sewiya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bilind bike û konsolxaneya giştî li herêma Kurdistanê veke.

Endam parlamentoyê Berîtaniyayê yê esil kurd Nedîm Zehawî, li hember wan pêşketin û guhertinên li herêma Kurdistanê di hemû waran de çêbûne, kêfxweûiya xwe nîşan da.
Zehawî got: Ev serdana gelek giringin ku mirov bi çavên xwe rastiyan dibîne.”

Herwesa parlamenterê berîtanî got ku ew dê hemû hewildana bike ku peyama herêma Kurdistanê bigihîne mezine bepirsên Îngilistanê.

Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û pirosesa siyasî mijareke din ya dîdarê bû.

Weke tê zanîn Nedîma Zehawî li ser lîsteya Partiya Mihafikaran ya berîtanî di hilbijartinên 15 gulana îsal de bi serket û weke yekemîn kurd bû endamê parlamentoya Berîtaniyayê. Zehawî xelkê bajarê Xaneqînê ye li başûrê Kurdistanê.

Back to top button