fotbol bi zindî û kurdî

TRT 6 niha jî xwe amade dike ku, leyiztikên fotbolê bi zindî biweşîne. Li gora TRT 6-ê ragihandî, dê heftiyê carekî leyiztikek ya fotbolê bi zindî û temamî bi zimanê kurdî bê weşandin. TRT 6 wê leyiztikên liga Bank Asya biweşîne. Ji berî niha jî bernameyek li ser fotbolê de di TRT6-ê de dihat weşandin û di derbarê fotbolê de bi awayên cur bi cur nirxandin bi kurdî dikiran.

Lê weşandina leyiztikekî ya fotbolê 90 deqîkeyî, ev cara yekem e ku bi kurdî bête weşandin. Dixweyê dê ev yek bala kesên ku hij fotbolê dikin bikşîne û wan ekranên TRT 6-ê ve girêbide.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: