Kultur

Ezê guh bidim dengê wijdana xwe

Hûnêrmenda naskirî Nilufer Akbal jî rengê dengê xwe di referandumê de da kifşkirin. Hevpeyvinek ya xwe de Nilufer behsa rewşa xwe ya hûnermendî û herweha behsa rewşa siyasî jî dike, Li ser pirsekî dibêje ku, ezê di referandumê de guh bidim dengê wijdana xwe û li gora wê jî dengê xwe bidim.

Nilufer di derbarê pirsa kurd de dibêje: “ Li Tikiye hinek tişt têne kirin, eger kêmbên jî divê mirov pişgiriya guhertinan bike, ez bawer dikim di nav pêvajoyê de wê pirsa kurd jî bê çareserkirin,“

Nilufer da xûyakirin ku, wan gelek zehmetî dîtine, di dema înkilaba leşkerî de gelek nexweşî dîtiye û ji ber vê yekê, Nilufer vê referandumê weke firsendekî dibînê ku ji generalan hesab bête pirsîn.

Li ser pirsekî Nilufer dibêje: “ Me gelek êş û nexweşiyên 12-ê Îlonê dîtin. Di 12-ê Îlonê de Alewî û şoreşgera gelek nexweşî dîtin. Niha jî Alewî dixwazin dengê xwe bidin CHP-ê, ez vê yêkê tê nagihim, ji bo ku wan gotin em Alewîne hatin kuştin, li Sivasê hatin şewitandin. CHP-ê tu caran tiştek jo bo wan nekir. Ji bo ku dijê Ak-Partiyêne li dijê tiştên baş derdikevin ez wan fam nakim“

Back to top button