Dê Erdogan li Diyarbekir çi bêje?
Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan ji bo propaganda referandumê bajar bajar dikere. Wek tê zanîn Erdogan li Bingolê dest propagandayê kirîbû, dê li Diayarbekir dawî li gera xwe ya propagandayê bîne. Erdoga 3-ê Îlonê li Diyarbekire. Hej niha ve çavê herkesekî li, hatina Erdogan ya Diyarbekirê ye, gel o ka Erdogan li Diyarbekir dê çi peyama bide? Yan jî tiştekî nabêje? Li gora pisporên siyasê dê Erdogan li Diyarbekir hinek peyaman di derbarê pirsa kurd de û derbarê rewşa siyasî ya Tirkiye de bide.
Helwesta BDP ya ku referandumê boykot bike nerm bûye, Ocalan ji Îmralî îşaretên guhertina vê helwesta BDP-ê daye. Ji xwe biryara dawî dê ji Îmralî bê. Hinek parlementerên BTP-ê eşkere didin kifşkirin ku,eger Erdogan li Diyarbekir behsa kirina hinek guhertinên destûrî bike emê bêjin erê. Lê parlementerin her demî tiştna dibêjin, ya girîng bingehê biryarê ye.
Civîna konseya bilind ya leşkerî li gora daxwaziya Erdogan pêkaht vê civînê itibara hukumetê bilind tir kir. Biryara PKK-ê ya agirbestê jî ji bo Erdogan di vê qonaxê de gelekî girînge. Mimkine Erdogan li Diyarbekir bi awayekî îşaretna bide ku wê gavna wek bersiva vê helwesta PKK-ê bide.
Lê li Tirkiye du aliyan ve tê xwestin ku ev prosesa agirbestê negihê armanca xwe û bi awayekî bê provakakirin. Ji aliyekî leşker bi hemî hêza xwe operasyona berdewam dikin û encama van operasyonan doh şerek çêbû. Di vî şerî de leşkerek û hinek çekdarên PKK-ê jiyana ji dest dan. Ev yek li hinek deverên Kurdistanê bû sedemên xwe pêşandanan û li hinek cihan jî xelk û polis hevçûn. Yanî cardin hat xwestin ku tevlîhevî çêbibe.
Di nav Ak-Partiyê de cigirê serokwezîr Cemil Çiçek wek zilamê Ergenekonê kar dike û hem bi gotinên xwe hem jî bi kiryarên xwe karê Erdogan zehmet dike. Ev rastiyek ya Ak-Partiyê ye.
Di bingehê xwe de tiştên ku BDP di derbarê guhertinên destûrî de ji Ak-Partiyê dixwazin gelek tiştên ji rêzêne û herkesek jî dixwaze ew tişt bêne guhertin. Ya herî girîng eger Erdogan li Diyarbekirê di guhertina destûra bingehîn de, wek sozekî bide û di vê prosese de behsa rewşa kurda bike dê gelekî gavek erênî be. Diyarbekir ji bo Erdogan firsendeke ku peyamên erênî bide.
Di rastiya xwe de kurd hêviyêne ku Erdogan hinek tiştên baş bêje.
Wek tê zanîn dema Tansu Çiler serokwezîr, behsa modela Bask kirîbû. Ew wek çareseriyek didîta, herweha Mesut Yilmaz jî li Diyarbekir di gotarek ya xwe de gotibû ku,“ rêya Yekitiya ewropa ji Diyarbekir derbas dibe“ lê tiştek nebû wan li dijê kurda tiştên xirab kirin. Eger Erdogan li Diyarbekirê tu peyama di derbarê pirsa kurd de, di derbarê vê prosesê de nedê, dê akîbeta Erdogan jî wek ya wan herdu serokwezîrên berê be.
Peyamên Erdogan li Diyarbekir bide wê bandora xwe li ser helwesta BDP-ê ya boykotê bike û helwesta boykotê bibe erê ev ji bo gelek destkeftiyan dikare bibek gavek erênî . Herweha dezgehên tarî dikarin hatina Erdogan ya Diyarbekirê bi awayekî prowaka jî bikin.
Rojevakurd:Xeber Analîz