Cîhan
Îmarat konsolxaneyê li Hewlêrê vedike
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê duhî li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ji çapemnyiê re got: ”Hikûmeta herêma Kurdistanê di danûstandinên xwe de yên bi hikûmeta Mîrgehên yekgirtiyên Erebî (Îarat) hertim daxaz ji wan dikir ku konsolxaneya welatê xwe li herêma Kurdistanê vekin.
Mistefa got ku hikûmeta Îaratê bersiveke pozetîv da ye û ew razîbûne ku konsolxanya xwe li herêma Kurdistanê vekin.
Berpirsê têkeliyên derve got ku vekirina konsolxaneya Mîrgehên Yekgirtiên Erebî Li herêma Kurdistanê dê bibe pêngavek bo ber bi pêşveçûna têkeliyên çandî, bazirganî û aborî di navbera herêma Kurdistanê û Îmarat de.