Polîtîk

Hejmarek Karsazên Îmaratî serdana Kurdistanê kirin

Îro sêşemiyê 18.05.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li xanim Lubina Xalîd El Qasimî wezîra bazirganiya derveya Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî û şandeya digel wê kir.

Şandeya Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî a bi serokatiya wezîra bazirganiyê ji; berpirsên îmaratî, hejmareke mezinê şarezayên aborî,  nûnerên odeyên bazirganî, pîşesazî û bazirgan, karsaz û kompaniyayên wî welatî yên di warên neft,  gaz, veguhestin, derman, tûrîxm û petrokîmyawiyat kar dikin, pêkhat bû.

Di hevdîtinê de ku  Sinan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesazî yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Hirêş Miherim serokê desteya veberhênana herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî amadebûn, serok Barzanî bi xêrhatina wezîra bazirganiya derve ya Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî û şanda li gel kir û balkişand li ser pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî. Serok Barzanî di vê çarçoveyê de hêvî xwest ku ew pêwendî bigihîjin asteke gelek bilind û sûd ji tecrûbeya zengîna  wî welatî bê wergirtin. Barzanî got  ku çendîn xalên hevbeş aqarekê baş ji bo bi hec re  karkirinê heye.

Ji aliyê xwe ve, xanim Lubina Xalîd El Qasimî wezîra bazirganiya derveya Îmaratê ji bo vê hevdîtinê spasiyên xwe pêşkeşî serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî ji bo vê serdana herêma Kurdistan nîşan da. Wê di axaftina xwe  de got ku pêwendiyên di navbera her du aliyan pêwendiyeke ne nû ye û hêvî xwest li paşarojê de bikarin van pêwendiyan pêş bixin û beşdarî di proseya avadankirina herêma Kurdistanê da bikin.

Her wiha hêjayî gotinêye ku xanim Lubina Xalîd El Qasimî wezîra bazirganiya derve li gel şandeke mezin piştî nîvroya îro gihişte Hewlêra paytext û ji aliyê rêzdar Sînan Çelebî Wezîrê pîşesazî û bazirganî û Felah Mistefa berpirsê pêwendiyên derveyê hikûmeta Herêm û Hêriş Miherem serokê desteya veberhênan û balyozê Îmarat yê li Iraq li firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê hatin pêşwazî kirin.

 Biryare ku sibê çarşemiyê berfirehtirîn konferansa bazirganiya herêma Kurdistanê û Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê ku têda hejmarek ji bazirganên van welatan, berpirsên mezin, bazirgan û karsazên Kurdistanê jî beşdar bin, birêve biçe.

Back to top button