Îman Derbas: Hemû jiyana me bi siyasetê ve hatiye girêdan

Îman Derbas ji dayikbûyê navçeya Mizûrî ya li parêzgeha Dihokê ye û heşt sale karê ragihandinê dike û berê jî wekî çalakvaneke warê jinan de kar kiriye.
Ew niha bêjera nûçeyên siyasî yên televizyona Kurdistan 24 e û rojane derdikevê û li nav temaşevanan de bi stêrkeke geş ya li ser şaşe û ekranên kanalên Kurdî hatiye nasîn. Ew li hevpeyvînek de ji bo rojnameya “Uşe” ragihandiye, tenê xweşikî bes nîne bo ku jin xwe li ser ekran û şaşeyên tv yan de bibîne, belku divê ew kes bikarê karên xwe bi serkeftî encam bide.
Îman Derbas dibêje: Her kesek eger bi bêyî hezkirinê biçê nav her karek de, serkeftina wî ne mîsogere, ji bo wê yekê dema min jî dest bi pîşeya medyayê kir, di destpêkê de min hez ji bo wî karî hebû, li gel wê hezkirinê jî hewl û kedeke zêde pêwîste, paşê min karî bigihim armanca xwe û heta niha jî bi hezkirinê ve karên xwe encam didim.
Her wiha hevpeyvînê de dibêje: Rexsandina derfetê gelek girînge ji bo wan kesên ku dixwazin dest bi her pîşeyek bikin, bi taybetî li karê ragihandinê. Ji ber ku ji min ew derfet rexsa û min dest bi karê ragihandinê kir. Di destpêkê de li kanala “TRT û Rûdaw” min kar kir û paşê hatim Kurdistan 24. Ji bo wê yekê Kurdistan 24 bi mala xwe û cihê derfet û pêgihandina xwe dizanim.
Derbas dibêje: “Em li navçeyek û li welatek da dijîn ku pire ji kêşeyên siyasî û hemû jiyana me jî bi siyasetê ve hatiye girêdan. Ji bo wê yekê li karê ragihandinê de min warê siyasî hilbijartiye, her wiha ez xwe zêdetir li wî warî da bi serkeftî dibînim û bextewerim, ji ber ku hez ji guhertinan dikim û siyaset jî pire ji guhertinan”.
