Hevpeyvîn

Îmamoglû ji bo Kurdan çi dibêje

Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo wergirtina helwest û nerînên Îmamoglû, kar û projeyên wî yên bo Stenbolê, helwesta wî li hember Kurdan û Pirsa Kurdî û pêgeha Kurdan di siyaset û xebata wî ya pêşerojê de û herwiha çend mijarên din, hevpeyvînek bi wî re encam daye.

Rûdaw: Gelek spasiya we dikim birêz Îmamoglû. Him ji bo ku we ev dema xwe û nûsîngeha xwe ji me re veqetand. Pirsa min a ewil, çima Îmamoglû? Yan jî Îmamoglû ji ku derket? Piştî ku birêz Kiliçdaroglû bi we re hevdîtinek kir eşkere bû navê we. Lê gelek navên din hebûn di nava CHP de, giregir hebûn lê hun derketin pêş. Helbet hin kes jî dibêjin ku Îmamoglû projeyek e. Cenabê we projeyek e û çimu hun?

Ekrem Îmamoglû: Ez di jiyana xwe de tu caran nabim projeya kesî. Lê ez dibim perçeyek ji xizmeta bo vî welatî û  projeya vê xizmetê. Pêştir divê ez bêjim ku serokê me yê giştî dixwast ku bo kesê ku bibe berbijêr divê tecrûbeya şaredariyê li cem hebe. Di hemû civînan de û li her derê jî ew yek dianî ziman ku wê hebûna wê tecrûbeyê atmosfereke gelekî baş bi xwe re bîne. Ya rast dema ku şaredarê berê Kadîr Topbaş dest ji kar berda, ji bo serokê nû ez nîşan dam û bi vê yekê sînyalek dabû. Ew sinyal jî ji bo me girîng bû. Bi ya min serokê partiya me dê di nava şaredarên heyî de tercîhek bikira û di nava van tercîhan de jî li navê min rawestiya û em tercîh kirin. Helbet sedemê vê yekê ew bixwe baştir dizane. Lê min bixwe jî dizanî ku ez amade me, motîvasyona min li cî ye û ez dikarim. Bawerim ji ber van û tecrûbeya Beylîkduzuyê tercîha xwe li ser navê min kir.

Di qonaxa heyî de, yanê piştî ku ew encam derket, we ne tenê rikeberê xwe têk bir. Di heman demê de we kesekî din jî têk bir ku rêya wî jî ji serok şarewaniya vî bajarî destpê kir û pişt re jî bû serokomarê vî welatî ku ew jî Recep Tayyip Erdogan e. Erdogan jî giringî û taybetiyek mezin bi vî bajarî dida. Gelo lîderiyeke nû derdikeve? Yanê ew encama ku derket bo we dibe referansek da hun jî di dahatuyê de bibin serokê temamê welêt? Planek we heye? Di vê mijarê da hêsta cenabê we çiye?

Ez hesabekî wiha nakim. Yan jî nakevim nava hesabekî wiha û tu caran jî neketimê. Ez wiha lê dinêrim, siyaset ne pîşeyek e. Tişta ku em bi du ketin şaredarî bû yanê berpirsiyarek. Milet we hildibijêre. Ez ew kesim ku baweriya min bi demokrasiyê heye. Piştî ku wan ez hilbijartim jî ez ji bo karê ku ez hatime hilbijartin konsartre dibim. Armancakê didim ber xwe û dibêjim ezê çawa bibim ew kes ku karê xwe herî baş dike. Gelo ez dikarim bibem ê herî serkeftî? Belê dikarim bibim. Ger ez baş bixebitim ezê bibim. Xeyalên min hene. Ez dixwazim bibim şaredarê herî demokrat. Bibim şaredarekî nûger û hevdem. Armanca min ew e ku ez mînakên herî baş ên nifşên nû pêşkêşî vî bajarî bikim. Ji vir hin têrmên nû ên demokratbûnê biafirînim. Hesta aidî zêde bikim. Ez dikarim gelek tiştên din lê zêde bikim. Ji ber van sedeman planeke min ya pişti van û mezin nîn e. Ez planek wisa di niha de nakim. Di karên rêvebirinê de eger hun ne erkdar in di warê biryardayînê de, hun di rêyeke rast de ne. Ji ber ku biryarê xelk dide. Ji bo vê, biryara planên dahatuyê û serkeftinên mezintir wê civak bide. Hun jî zanin lîdertî bi wê gotinê nabe ku mirov bêje ez dibim lîder. Ger civak lîderekî bipejirîne ew dibe lîder. Jiber vê mijar ne mijara îro ye.

Niha navê we ji Stenbolê bihorî û hun di rojeva tevahiya Tirikye de ne. Welatiyekî ji Colemêrgê jî meraqa Stenbolê dike û dibêje Îmamoglû çi bû û çi nebû? Ew berpirsiyariyeke mezin jî li we ferz dike gelo?

Bê guman. Ji xwe, eger hun li Stenbolê rêvebirbin û li Stenbolê jî herkes hebe berpirsiyarî giran dibe. Ew kes tenê ne welatiyên ji 81 bajarên Tirikye ne jî. Stenbol ew bajar e ku ji çar aliyê cîhanê jî gelek kes hewla wê yekê didin da li vir jiyanekê ji xwe re ava bikin. Ji her aliyê cîhanê jî tên û seredana Stenbolê dikin. Birêvebirina bajarekî wiha helbet gerdûnîbûnê ferz dike. Helbet wê yekê ferz dike ku hun bi her devera Tirkiye re pêwendiyekê dêynin. Divê hun xelkê hîs bikin. Helbet ew ji bo min tecrûbeyeke nû nîn e. Min heta niha jî navçeyek birêvedibir ku 350 hezar kes lê dijî. Li wir jî herkes hebû. Min li wir jî Colemêrg hîs dikir,min Wan hîsdikir, Rîze, Kastamonû, Îzmîr, Çanakkale, Balikesîr min hîs dikir. Ji ber ku herkes hebû û xeyalênh erkesî di derbarê Stenbolê de hebûn. Ew bajarekî ku zêde xelk koçê dike ye. Eger hun Tirikye, cîhanê famnekin hunê nikaribin vî bajarî birêvebibin. Ê min pêşqabûlên min nîn in. Ez dikarim digel herkesî zûtirîn dem pêwendiyê dêynim. Ez ew kesim ku di jiyana min de pir rengî heye û ew jî awantaja min ya herî mezin e. Helbet armanca min ew e ku ez bi hîskirina tevahiya Tirikye Stenbolê birêve bibim. Ezê di vê yekê de jî biserkevim.

Dema we dest bi kempîneya hilbijartinê kir, tişta ku we weke xala sereke hilbijart çibû? Tişta kêm çibû ji bo serkeftin û guherandina Stenbolê?

Beriya her tiştî, li gorî min pirsgirêka Tirikey ya sereke partîzanî ye. Bi ya min rêveberiya heyî li Stenbolê ji bo partiya xwe kar dike. Hetta dikarim bêjim ji bo rêvebirên partiya xwe û ji bo xwe kar dikin. Bi ya min divê ew helwêst biguhire. Bi ya min hemû partî ji bo xizmetê amûrek in. Divê dema hun hatin êdî wê bidin aliyekî û ji bo xizmeta xelkê bixebitin. Divê hun xelkê nexapînin. Divê hun nebêjin ku ji bo serkeftinê hemû rê maqûl in. Divê hun pêşî xelkê qezenckin û rehetkirina wan cîbicî bikin. Ji ber wê min jî weke sereketirîn xal ew yak da ber xwe da ez partîzaniyê ji holê rakim û kairbim herkesî hembêz bikim. Ji bo gotina hin tiştan cesaret lazim e. Yanê partiyeke we heye, bi partiyeke din tifaq kirine. Lê min di roja ewil de got ku ez dengê tifaqa Stenbolê dixwazim. Ew jî ramana min ya şexsî û taybet bû. Di nava tifaqa Stenbolê de herkes heye. Ez bixwe dixwazim li bajarekî wisa bijîm ku herkes li hemberî hev rêzdar be. Wekhevî û kêfxweşî hebe li wî bajarî. Bajar ji bo wekheviyê û ji bo bextewariya hevbar navenden sereke ne. Dema xelk jig undan bar dikin û tên bajaran, hesta wan ya sereke wekhevbûn e. Kesê ku xwedî vanhemû hestan be jî tifaqa Stenbolê ye. Ez li partiya nanêrim. Bi ya min ew rihê min sereketirîn xala kempîneyêbû. Ez dikarim bêjim ku meşa me li ser rêyeke wisa destpêkir.

Di proseya kempîneyê de we tu mîtîngên mezin lidar nexistin. Bêhtir hûn li bazarê, li malan li nava xelkêbûn û we gelek derdê xelkê girtin ser xwe. Ew berpirsiyareyekê li we zêde dike ku hun bêjin gelo ezê çawa van hemû pirsan çareser bikim?

Hevalekî min ku di kempîneya min de cîh digirt heman pirs ji min kir. Got tu ewqasî bi germahî xwe bera nava van pirsgirêkan didî gelo tu dê çawa ji nav derkevî? Ew di heman demê de tespîta kesekî derûnînas e jî. Helbet ez nikarim bêjim ku hinekî ez çav tirsî nebûm. Lêmin ew kêşe çareser kir. Mesele ew e; eger hun karibin rihê xwe û enerjiya xwe bi hevkarên xwe re parve bikin û wan têxin nava vê enerjiyê, karê we hêsantirdibe. Du tişt hene. Yek: pirsgirêka welatiyekî heye, ger çareserî di destê we de ye, divê çaraser bikî û hew. Ger astengiyên hiquqî jî li ber hebin divê hun bi eşkereyî bibêjin. Divê tenê welatiyek jî nebêje ez çûm û li min xwedî derneketin. Helbet em di serdema ragihandinê de ne û hun dikarin vê yekê weke derfetekê bikarbînin û pêwendiyê digel herkesî dêynin. Ji ber wê ez bawerim ku ezê çareseriyê pêk bînim.

Dirêjbûna proseya piştî hilbijartinê çi hest li we peyda kir?

Ez xemgîn dibim. Maç i tişt heye ku ezê jidest bidim. Min ji xwe qezenc kir. Lê bi dirêjbûna proseyê re welat wenda dike. Demokrasî wenda dike. Kes mal û milkê xwe radestî kesekî din nake. Şaredariya Stenbolê milkê hevpar yê 16 milyon kesên ku li vir dijîn e. Bi qasî min heqê we heye. Ewqasî eşkere ye. Tu kes ji kesekî din mezintir nîn e. Dewrkirina postekî û ewqasî dirêjikirina wê û kîn girtin wendakirina welatê me ye.

Ji alî desthilatê ve qet pêwendiyek digel we hate danîn gelo piştî hilbijaritnan. Fermî yanne fermî?

Nexêr. Yanî dibe ku hin wezîrên kevn geriyabin lê ji hikumeta heyî tu kes negeriya.

 Baş e… Li gorî daneyên di destê me de li Stenbolê derdora 6 milyon kurd hene. Beşeme zêde ji wan jî dengê xwe dan we. Helbet çêkirina rêyan, pir û xizmetên bajarvaniyê ji bo herkesî ne. Lê bendewariyên din ên Kurdan hene. Nizanim haya we jê heye yan na lê kurdan bi piştgiriya digel we berpirsiyariyek din li we ferz kirin. Di warê mafên kolektîf de weada we ji bo kurdan çi ye? Bi taybetî di warê wan karan de ku şaredarî dikarin bikin?

Pêşî vê bibêjim. Helbet li ser nifûsa Stenbolê herkes xwedî îdiayek cihê ye. Bo mînak kesî filan bajarî dibêje li Stenbolê ewqas hevbajariyên min hene. Ew min eleqedar nake. Tişta ku min eleqadar dike 16 milyon kes e. Hestên 16 milyon kesî min eleqeder dikin. Di nava vê de azadiyên ayînî mijareke bingehîn e. Ne ku bawerdariya layenekê sardest bibe. Lê ya girîng ew e ku hemû bawerî azadiyeke li gorî pêdiviyên xwe bidest bixin. Ew gelekî girîng e. Azadiya jiyanê, ew jî gelekî girîng e. Helbet divê hun rêzgirbin li hemberî pîvanên bajêr. Helbet divê hun ji prensîbên bajêr xwedî derkevin lê divê hun karibin li qadên jiyana xwe bi hebûna hemû mafên jiyana xwe karibin bijîn. Bajarvanî, tenduristî û perwerdehî… Ew têrm ji bo herkesî derbasdar in. Nabe ku tu bibêjî ezê ji bo zarokê hemşeriyê xwe yê kurd jiyaneke cûda û ji bo zarokê hemşeriyê xwe yê tirk jî dahatiyeke cûda amade bikim. Bi vê yekê hun nikarin bajarekî birêve bibin. Helbet pêwistiyên civakî raste ku hene. Di salên dawîn de koça herî zê ji alî welatiyên me yên kurd ve tê kirin bo nava vî bajarî. Sedemên vê yekê eşkere ne. Di vir de xaleke gelekî girîng heye. Meseleya întibaqê heye. Kêşeya herî mezin kî dijîn? Jin dijîn. Zarok dijîn. Divê demildest kar bêne kirin da ew entegreyî bajêr bibin. Weke ku jin beşdarî jiyana kar bibin. Weke pêşkêşkirina baştirîn derfetên perwerdehiyê bo zarokên wan. Li çeperên bajêr gelek zarok hene ku nikarin beşdarî proseya perwerdehiyê bibin. Xizmeta van waye dibe xizmeta welatiyên min ên kurd jî. Helbet pêdiviyên din ên welatiyên min ên kurd jî hene. Ji min re dibêjin em dixwazin fêrî zimanê xwe bibin. Helbet.. Min li navçeya xwe ew kar kirin. Qursên zimên dibin, perwerde dibe. Hîç kêşe nîn e. Welatiyên min ên kurd bihêlin aliyekî, kesekî Nîjeryayî jî tê dibê ez dixwazim fêrî filan zimanî bibim. Dema em digeriyan li gelek malan, çend komên jinan gotin pêdiviya me bi qursa erebî heye.zêdeyî 3 sal û nîvan e şaredariya me qursa erebî dide. Hun berpirsin ku hun hemî pêdiviyên welatiyên xwe cîbicî bikin.

Bo çi di bernameyên kulturî de Kurdî jî nebe? Pêkan e ku em di bernameya polîtîkayên kulturî de kurdî jî bibînin?

Ma bo çi nebe… Kî dikare astengiyan derbixe da di bernameyeke kulturî de komek hebe ku stranên kurdî jî bistrên. Dikare kurdî jî bê gotin, lazî jî bê gotin, bi ermenikî jî bê gotin. Em ji her derên cîhanê xelkê tînin da hayîdarbin ji çand û kulturên wan. Bo çi em cî nedin ziman û çandên welatiyên xwe bixwe. Divê em êdî ji van kêşeyan rizgar bibin. Ger ev civak ji van rizgar bibe, biratî û wekheviya herî mezin jî dê ji wir derbikeve. Ê min çend xetên min hene. Ej ji wetanê xwe pir hez dikim. Ji miletê xwe pir hezdikim. Ji xaka xwe hezdikim. Her bosteke welatê xwe cûda cûa ez hez dikim. Ez heyranê miletê vê axê me. Heyranî Amedê me jî , heyranê Mûşê me jî, heyranê Erzirimomê me jî, Rîze, Sînop, Kastamonû, heyranê hemûyan im. Her derê germahiyek û rengekî xwe yê taybet heye. Em nikarin bi astengkirinê biratiyê pêk bînin. Ji bo pêkanîna biratiyê divê mirov xwe azad hîs bikin. Raste ku xalên kum e îhmal kirine hene, xalên ku kêşe berdewam dikin hene, xeletiyên kum me berê kirine hene. Em tevî xeletî û kêmasiyên xwe digel hevin. Em serarast bikin. Bo çi em li sala 2019an in. Başe wê demê em biçin ji serdema hezar û 700 î bijîn. Ger em di sala 2019an de ne wê demê em berpirsin ku bi çareserkirina wan kêmasiyan roja îro ya nuwaze bidest bixin. Ji bo Tirkiyeye ke baştir a dahatuyê. Ez ji perçenebûna vî welatî xwedî derdikevim. Ji al û yekbûna netewî xwedî derdikevim. Qesta min di Netewa yekbûyî yekîtî û biratiya gelên ku li vir dijîn e.

Di bernameya CHP de ‘Pirsa Kurd’ cih digire û qebûl dikin vê yekê. Ê we jî êdî postûlayeke we heye ku ji Stenbolê derketiye. Weke lîderekî pirseke we ya wisa jî heye êdî. Nêzikahiya we ya digel pirsa kurd çi ye?

Ya rast ez naxwazim pirsên etnîkî binavkirine wisa di rojeva me de hebin. Dima dibêm pirsgirêka kurd, hesteke wisa li min pêyda dibe ku ez neheqiyê li welatiyên xwe yên kurd dikim. Ez bixwe ne weke ‘Pirsa Kurd’ lê bi çavekî însanî dixwazim lê vegerim. Eger em pirsan li ser navê etnîkî binav bikin kêşe zehmet dibe. Hin mijar hene ku me hemûyan eleqeder dikin. Bo mînak, bê edeletiya dahatê hey eli vî welatî? Belê heye. Ew yek ji pirsgirêkên bingehîn e. Ma em dikarin bêjin ku ew dûrî pirsa kurd e û tenê em li zimanê welatiyên me yên kurd bifikirin. Nexêr eleqeyek wan bi hev heye. Eleqeyên aborî hene, eleqeyên perwerdehî hene. Ji ber vê, dema we got ‘Pirsa Kurd’ jî ew dibe sedema cûdakirinekê. Ger em behsa wekhevbûna hemwelatiyê bikin baştir dibe. Divê wisa be. Her ku em pirsekê li ser etnîsîteyan bikin em welet perçe dikin. Afirandina her têrmeke etnîkî dike ku etnîsîteyên din  têrmên wiha biafirînin û hin jî li hemberî vê yekê sor bibin. Ez dijberê vê yekê me. Ez bo wê dibêjim tifaqa Stenbolê. Dibê 16 milyon welatiyên welatparêz. 16 milyon kesên girêdayî vî bajarî dibêm. Ma çawa ku em rabin bêjin têrmeke filan cihî û nizam bêvan cihî. Ger hun vê helwesta ku ez behsa wê dikim nûjen bihêlin hun dê karibin hemû pirsan çareser bikin. Hesta wekhevbûnê tiştekî pir bi qîmet e. Ew tiştekî wisa ye ku hun karibin pîvan demokrasiya gerdûnî li vî bajarî bisepînin. Li qada navdewletî û li gelek welatan ew rêbaz hatine bikaranîn. Lê dema ku hun her kêşeyeke grûb, netew û baweriyan li nava xwe bireşînin hun kêşeyê mezintir dikin. Ji wir çareserî jî dernakeve.

Dixwazim pirseke din ya kurt bikim û derbasî mijareke din bibim. Demîrtaş beriya hilbijartinan twîtek avêt û kir ku dengdêrên ku HDP konsolîde dike dengê xwe bidin we. Ew yek ji biryara partiya wan jî derbas bû.  Dema we ew bihîst we çi hîskir. Behsa Demîrtaş dikim. Ya din jî niha li Tirikye mijara grevên birçîbûnê heye û gihîştiye astek metirsîdar jî. Nizanm hun hayîdar in. Fikra we li ser van çi ye?

Di serî de divê bêjim ku ez ew kesim ku baweriya min bi hiqûqê heye. Li cihên ku hiqûq hêdî kar bike yan jî hiqûq cotstandartbe, wê demê hiqûq nikare tu xêrê bigihîne welatiyan. Ger ez bêjim ku ez baş hayîdar im ji proseya Demîrtaş û naveroka dosyayê û herwekîdin, dibe ku ez we jî temaşevanan jî bixapînim. Li welatiyên me di demên çûyî de berdêleke mezin dan ji ber wan tawanên ku nehatine piştrastkirin û rawekirina ramanan welatiyên me eziyetek mezin kişandin. Yek ji van jî serokomar bixwe ye ya rast. Ez yek ji wan kesanim ku qayîlbûn ji xeta ku Demîrtaş di siyasetê de danî. Bi rastî zimanekî xwe yê aştîxwaz, hemaheng û gerdûnî hebû. Ez gelek jî kêfxweş dibû ji vî zimanê wî.  Heta min anîbû ziman ku zimanê Demîrtaş ji bo Tirikye derfetek e û dikare gelek dîwaran birûxine. Ez îro jî di heman qenaatê de me. Ez dibînim ku emê bêhtir bextewerbin ger ku ew ziman li vî welatî di meriyetê de be. Ji wer wê, helbet ez gelekî kêfxweşbûm ku kesekî xwedî xeteke wiha di derheqê min de tiştekî pozîtif gotibe. Helbet ez nikarim bipîvim bê ka wê yekê çi bandor li welatiyan kiriye. Lê helbet ez kêfxweş kirim.

Baş e… Em televizyoneke ku navenda me li Hewlêre ye. Tirkiye bi taybetî piştî salên 2001ê digel Hewlêrê gelek peyman îmze kirin û piştî wê petrol bi bihayekî kêmtir dabîn kir. Piştî referandûma serxwebunê pêwendî xirabûn û ew herikbarî rawestiya. Her wiha 270 companiyên ku li Stenbolê kar dikirin hebûn û fînansa wan jî ji Hewlêrê bû. Pirê wan ya kar rawestandin, yan vekişiyan yan hatin girtin. Bandorek ne kêm li aboriya Stenbolê jî dikirin. Gelo hunê hewl bidin carek din ew sermaye berv bi Stenbolê ve bê, fikra we li ser vê yekê çi ye?

Tirikye ji ber cihê ku lê ye, li Rojhilata navîn û Ewropaya Rojhilat xwedî awantaj û nifûzeke mezin e. Li Stenbolê bi rêwitiyeke balefirê hun berê xwe bidin ku piştî 3 seatan hun digihîjin çavkaniyên mezin. Tirkiye xwedî cihekî navendî ye. Di vê qonaxê de berpirsiyariyên Tirkiye hene. Divê em bibin dergûşa demokrasiyê. Em bibin navenda bajarvaniyên baş. Hun bibin temînata aştiyê li derdora xwe. Divê hun bibin pêşengê polîtîkayên aştiyane, li her derê. Ji ber wê, ez yek ji wan kesanim ku dizanim pêwendiyên aştiyane û pêwendiyên aborî bi cîranan re di berjewendiya vî welatî de ne. Bi danîna astengiyan li ser tu welatekî din, welatê me nikare geştir bibe. Ji ber wê divê Stenbol bibe lokomatîfek û ji xwe motora Tirikye jî Stenbol e. Ne tenê Hewlêr divê bi her derê re pêwendî baş bin. Ya herî nêzik û pêwîst, ger bêjin bo Sûriye tu çi dixwazî ezê bêjim aştiyê dixwazim. Bo Şamê aştiyê dixwazim. dev ji aboriyê berdin ji ber nebûna aştiyê Stenbol neçare mazûvaniya bi sed hezaran penaberan bike. Ji ber vê, bi her bajarekî din re zimanekî aştiyane divê. Em amade ne ku em weke şandê aştiyê bi her alî re kar bikin.

Li Stenbolê raste rêjeyek zêde ya penaberan heye. We tiştek di vê mijarê de gotibû bawerim tam nehat famkirin. We got em dixwazin ew vegerin welatên xwe. Qesta we çi bû?

Mi tiştek got lê xelet hate belavkirin. Min got ku em hayîdarin da pênaber li vir in ku wan gelek mexdûriyet dîtine. Bi taybetî jin û zarok. Ez kuçe bi kuçe digerim. Zarok di halê perîşan de ne. Keçên ku di temenekî zarok de têne zewicandin hene. Ew însan in. Em ji ba çareserkirina van trajediyan, di warê civakî de însanî de xwe berpirsiyar dihêsin û  min got emê polîtîkayên herêmî amade bikin. Li aliyê din emê bibin dengekî weke dengê laboratûarê da bandorê li polîtîkayên Tirikye yên penaberî û koçberiyê bikin. Nabe ku em bêjen va ye Enqere wiha difikire û divê em jî wisa bifikirin. Ya sêyem jî ev e . Min got emê hewl bidin li qada navdewletî dengekî derxin û bêjin ey cîhana qapîtalîst; li şûna ku hun dewlemendiyên bin erdê ên wî welatî zeft bikin, werin em li ser erdê aştiyê saz bikin. Ne tenê li Tirikye li Urdunê jî heman mijar heye. 6-7 milyon kes li derdorê belav bûye. Kî heye ku nexweze li welatê xwe bijî. Ji ber wê divê em bikin ku ew mirov jî karibin vegerin ser ax û welatê xwe. Min behsa sê polîtîkayan kir. Destpêka ewil ne baş bû rast bû. Polîtîkaya penaber û koçberiyê wiha nayê birêvebirin. Sîstema me ya heyî têrî nake ku hun karibin ji nişkê ve sînorên xwe vekin û milyonek kes li Stenbolê bihewînin. Ew ne tenê mijareke penaberiyê ye. Bifikirin ku ji nişkê ve komeke mezin bar dike û bo cihekî nû. Ger cîhan tedbîreke maqûltir nebîne wê siberoj ew koçên girseyî xwe bigihînin ber deriyê hemû welatan. Ji ber wê ev pirseke navdewletî ye. Helbet ez berdevkê bajarekî 16 milyonî me ku milyonek penaberên Sûrî hatine lê hewîne. Divê ez biaxivim. Nabe ku ez bêjim ez naaxivim û Enqere çi dibêje bila wisa be. Ê ku bi vê pirsê re dijî ez im. Li vî kuçeyên vî bajarî êdî pevçûnan despê kiriye. Kesên ku êdî li hev nakin û dibêjin ew hatin nana min ji destê min girtin hene êdî li Stenbolê.

Baş e.. dema me li ser medya civakî ragihand ku emê bi were hevpêyvînekê bikin…pirsa dawîn e ev.. yekî nivîsîbû gelo dê Hewlêrê bike birabajar… Fikra we çi ye gelo?

Helbet dibe çima nebe. Emê biaxivin. Helbet projeyên birabajariyê divê karîgerbin, demdirêjbin. Dema me navçe bi rêve dibir jî em gelek li serv ê mijarê hûrbûn. Carina hun biryarek ji nişkêve didin lê cîbicî nabe. Emê pîşî analîzekê bikin bê ka projeyên birabajariyê çi ne û ne çi ne. Helbet Hewlêr jî êdî bajarekî girîng yê wê herêmê ye û navendeke bazirganiyê ye. Gelek hevalên min jî hene ku li wir kar dikin û bendewariya wan jî gelekî zêde ye ya rast. Ez hayîdar im ku Hewlêr bi lezgînî geş jî dibe. Helbet emê biaxivin, dîyologeke hevpar dêynin û pişt re jî bi hev re biryarekê bidin.

Gelekî spas dikim

Ez gelek spasiya we dikim.. Ez gelekî kêfxweş bûm..

Rûdaw

Back to top button