Gundên Mexmûrê di bin tehdîta DAÎŞê de ne

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Mexmûrê Yadgar Ehmed ragihand ku xelkê gundên Kurdan li sînorê Mexmûrê ji ber êrîş û gefên DAIŞê li ser gundên wan êdî dixwazin ji gundên xwe bar bikin û hikûmeta Iraqê jî wan naparêze, lewam jî hewara xwe tînin cem Pêşmerge.

Yadgar Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew 14 gundên DAIŞê yên ku berdewam gef li wan dikirin niha êrîş û gefên DAIŞê li ser wan zêdetir bûne û xelkê wan gundan ku hemû Kurd in, dixwazin ji gundên xwe derkevin ji ber ku nema karin tehemûl bikin, ku rewşa wan pir xerab e û çekdarên DAIŞê pere û pez û berxan ji wan distînin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Ew çekdarên DAIŞê ji navçeyên Hewîce û Zab û navçeyên din hatine û derdora Mexmûrê bûye navenda wan, ku hezmara wan nêzîkî 300 kesî ye û Hikûmeta Iraqê û hêzên wê nikarin navçeyê biparêzin. Xelkê wan gundan jî hewara xwe tînin cem Pêşmerge ji ber ku gundê wan di bin destê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê de ne. Eger bihêlin Pêşmerge dikarin biçin wan navçeyan û nahêlin teide li yek kesî bê.”

 

Nerîna min :