Xwedê jêrazî Felekedîn Kakeyî di derbarê Kek Îdrîsê herdem sax yek ji bîranînên xwe de dibêje: “Di dema xwe de êvarek li Rajan şehîd Îdrîs Barzanî li gel bû, wê demê dû Pêşmerge hatin û daxwaz kirin, wêneyekî bîranînê li gel şehîd Îdrîs bigrin, ew jî bi rûkeniniyê ve got: Çendî ewên hez bikin wêne li gel min bigrin, nagihin ewên ku ez bi xwe çendî hez dikim wêne li gel Pêşmerge bigrim. Ez bi xwe hêvî dikim wêne li gel Pêşmerge bigrim. Eve bi bêyî wê yekê ku hîç wateyeke din nabexşin, ji ber ku Pêşmerge nebê em nagihîne yek ji xewnên xwe!.”