Piştî merhaba serokê MHP Devlet Bahçelî di parlementoyê de dayî berpirsên DEMê, gelek şirove û nixandinên cuda têne kirin. Herweha gelek îdiayên din dikevin rojevê û têne minaqeşekirin.
Serokê Giştî yê Partiya Nûjen Ozturk Yilmaz îdia kir ku daxuyaniyên Bahçelî, Erdogan û Numan Kurtulmuş ên dawî ji bo pişgiriya DEM’ê ji bo destûra bingehîn a nû hatiye dayîn û got, “Îdîa hene ku ji Abdullah Ocalan re li Çankaya Enqere malek tê amadekirin.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di parlementoyê de merhabayek berpirsên DEMêû destê wan hejand û sohbet kir û Recep Tayîp Erdogan “piştgiriyek bi hêz da vê helwesta Bahçelî ,” ev yek bu sedema pirsa “Gelo pêvajoya çareseriyê ya nû di rojeva siyasî de ye?”
Di rojeva siyasetê de wezîrên hukumetê daxûyaniyên zelal nadin û ji bo Abdullah Ocalan îdiayên pir zêde tên axaftin.
Serokê Partiya Nûjen û konsulusê berê Ozturk Yilmaz, diyar kir ku îdia hene ku ji bo Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê de, li Çankayaya Enqereyê malek hatiye amadekirin.
Daxuyaniya Ozturk Yilmaz a li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî X wiha ye: “Li Çankayayê îdia hene ku ji bo Abdullah Ocalan mal tê amadekirin. Tê gotin ku dê di hepsa malê de bê girtin. Di vê xalê de diyar dibe ku hemû gotin û nebaşiyên kesên weke Devlet Bahçelî, Recep Tayyîp Erdogan û Numan Kurtulmuş ên vê dawiyê bi awayekî kordînekirî û bi zanebûn hatine kirin. Armanca sereke danîna kevirên makezagona nû ji bo Erdogan e.
Ji bo pişgiriya DEM’ê. Zîhniyeta ku ji bo Erdogan li ser desthilatdariyê bimîne her rê destûr e, wê welat hilweşîne.
Ozturk dibêje: Em ê li ser vê îdîayê lêkolîn dikin. Ji ber vê yekê ez ji bo niha wekî îdîayek dibêjim. Ger rast be, ev tam skandal û xiyanet e. Bizane ku em ê herî zêde li dijî vê derkevin!”