Îdîa: Ger Demîrtaş û malbata wî biçin derveyî welêt, dê werin berdan..

Rojnamevan Yıldız Yazıcıoğlu îdia dike ku,eger Demirtaş derkeve derveyê welat dikare bê berdand.
Rojnamevan Yıldız Yazıcıoğlu derbarê berdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ê girtî de îdiayekî dike. Yazıcıoğlu ji Tele1 re axivî û got ku berdana Demirtaş dikare li hember derketina wî ji welêt were nirxandin.
Yazıcıoğlu wiha got:
“Di demên pêş de, vebijarka berdana Selahattin Demirtaş bi şertê ku ew û malbata wî ji ber sedemek koçî derveyî welêt bikin, dikare were nîqaşkirin. Senaryoyên cûrbecûr di vî warî de têne pêşkêş kirin, wek mînak çûna derveyî welêt ji bo perwerdehiya keçên xwe… Em ê hemî bi hev re bibînin.”
Bi biryara PKKê ya danîna çekan di dema pêvajoya aştiyê ya nû de, ku bi banga Serokê MHPê Devlet Bahçeli dest pê kir, li Tirkiyeyê nîqaş li ser vê yekê dest pê kirine ku gelo îhtîmala berdanê ji bo parlamenter û siyasetmedarên berê yên ku di dema siyaseta HDPê de hatine girtin, were vekirin an na.
Yek ji van mijaran hevserokê berê yê HDPê Demirtaş e. Li Enqerê gotegot hene ku heke pêvajo bi serkeftî biçe, Demirtaş dikare were berdan. Spasiya Serokê MHPê Bahçelî ji bo Demirtaş ji bo beşdariya wî di pêvajoyê de ev îhtîmal hîn bêtir xurt kir.
Lê li himber vê îdiayê gotinên din jî di nava kulîsande digerin. Wek ku, gelo derketina Demirtaşya derveyê welat li ser daxwaz a Ocalan e yan na?

