Ibo Yekem konsera min li Kurdistanê ye
Hunermendê Kurd Ibrahim Tatlıses piştî demeke dûr û dirêj dest bi hunera xwe kir û demeke nêzîk de berhemeke nû û yekem konsera xwe jî li Hewlêrê li dar dixe.
Ibo li gel Sefin Dizayi Peyvdarê Hikûmeta Kurdistanê, Newzat Hadî Parêzgerê Hewlêrê beşdarî li rêwresmên vekirina Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê kir.
Tatlıses li vir projeya 628 xaniyên ku li Zaxo çêdike da nasandin. Her wiha Tatlises got: Ez naxwazim behsa wan karên xwe yên berê bikim, ji ber ku birastî em hatin xapandin, min ji bo xwe bikaranîn. Li wan projeyên berê de raste navê min û îmza min hebû, lê ez tûnebûm. Mirovek min xapand, miroveke derewîn derket. Piştî ku ez birîndarbûm, ji hezkirên min sûd wergirt lê tu alîkariyeke wî negiha min. Ji xwe hemû kes dizanin ew kiye.
Her Ibo got: Ez ji xelkê Iraqê daxwaza lêborînê dikim, projeyên piştî niha hemû yên minin, helbet xelkê Iraqê hêjayî her tiştê xweşike. Em jî dixwazin tiştên herî baş ji bo wan çêbikin.
Li ser pirsiyara gelo hûnê kengê konserek bidin? Tatlises got: Ezê konsera xwe ya yekem li Erbilê bidim. Li vir ciheke gelek fireh tûneye, ji ber ku wê sedhezaran mirov werin, dibe dewlet jî bikeve tengasiyeke mezin, karê parastinê piçek zehmete.
Ibo behsa berhema xwe ya nû jî kir û got: Piştî sê mehan berhemeke min ya bi navê “Yarım” derdikeve.