Cîhan

Hûsiyan ragihand ku,hêdî Balafirgeha Ben-Gurion ne ewleye.!

Hûsiyan dorpêçkirina hewayî ya li ser Balafirgeha Ben-Gurion ragihand û gef li her şîrketên hewayî yên ku bifirin Îsraîlê xwar.

Hûsiyên Yemenê dorpêçkirina li ser Balafirgeha Ben-Gurion ragihand û hişyarî da şîrketên mezin ên hewayî ku ber bi Îsraîlê ve nefirin.

Hûsiyan di daxuyaniya xwe ya li ser X/Twitterê de wiha got: “Piştî serkeftina Hêzên me yên Çekdar ên Yemenê di qutkirina keştiyên Îsraîlê yên li Deryaya Sor de, li ser Balafirgeha Ben-Gurion a li Filistîna dagirkirî dorpêç tê kirin.”

Hûsiyan hişyarî dan Lufthansa, Turkish Airlines, Air France, British Airways, United Airlines û easyJet ku ji bo “ewlehiya her kesî nefirin Îsraîl.

Rêxistinê nivîsand ku her xelekên din ên hewayî ku ber bi Balafirgeha Ben-Gurion ve bifirin jî dê bibin hedef.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji kerema xwe biryara Hêzên Çekdar ên Yemenê cidî bigirin, ji ber ku Balafirgeha Ben-Gurion êdî ewle nabe heta ku êrişên li ser Xezeyê ranewestin.”

Ev daxuyanî piştî wê yekê tê ku rêxistina terorîst a Yemenê di heftiya borî de çend mûşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve avêtin.

Hûsiyan roja Înê di nav du mehan da cara sêyemîn Quds bi moşekan kir armanc.

Back to top button