Cîhan

CHPê biryara Kongreya awarte da

Serokê CHPê Ozgur ozel daxûyakirin ku, dê CHP 6ê meha Nîsanê kongreya xwe ya awarte li darbêxe. Ozel dibêje ku, desthilatê xwe amadedikira qayima bavêje ser CHPê. Ji bo em rê li vê kiryarê bigrin me biryar da ku em kongreya xwe bi awayek awarte li darbêxin.

Wek tê zanîn piştî kongeya CHPê ya dawî ku, Ozel li himber serokê bere Kemal Kiliçdaroglu serkeftin destve anî û heta niha nava CHPê dikele. Lê dê kengê ev kelandin bifûre nayê zanîn. Herkes dizaniya ku Ozel bi pişgiriya serokê Şeredariya Stanbulê Ekrem Îmamoglu bû serokê CHPê. Îmamoglu ev yek jî bi rijandina pera pêkanî.

Kiliçdaroglu tu cara ev yek di nava xwe de qebûl nekir û li gel hevalbendên xwe di nava CHPê de kete nava tevgerekî de. Heta endamên CHPê doz vekirin ku , kongreya CHPê ne bi yasayî hatiye li darxistin. Ji aliyek din ew kesên ku êxbara Îmamoglu kirine û behsa kiryarên Îmamoglu kirin ku îro bûye sedemê binçavkirina wî, hemû CHP lîne û alîgirên Kiliçdaroglune. Heta Kiliçdaroglu bi xwe jî di daxûyaniyeka xwe de vekirî dibêje ku ev Kongre ne dirûstî çêbûye.

Pirsek piralî û tevlîheve, lê herkes vê pirse aliye xwe ve dide û li gora wê jî nirxandina dike. Bi girtina Îmamoglu firsendek ket deste CHPê ku, bikaribe li himber desthilatê serhildanekî bike. Heta radeyekî, CHP bi pêvajoya ku li gel Ocalan hatî destpêkirin bi tirse.

Back to top button