Huseyn û Fidan li Enqere civiyan
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Enqereyê civiyan û wan civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Fuad Husên anî ziman ku di navbera şandeyên Îraq û Tirkiyeyê de civînên ku mijarên girîng li xwe digirin pêk hatine û da zanîn ku rojeva sereke ya hevdîtin û civînan pirsgirêka avê bûye.
Wî bi bîr xist ku gotûbêjên di navbera şandeyên Îraq û Tirkiyeyê de yên li ser pirsgirêka avê nêzîkî 2 sal berê dest pê kiriye û diyar kir ku tevî her tiştî jî ew gihiştine du armancên girîng.
Fuad Husên anî ziman ku yek ji armancan ew e ku di pirsgirêka avê de nexşerêyeke demdirêj bê danîn û ya din jî ew e ku ji bo ziwabûna li başûrê Îraqê çareseriyeke bilez û demkurt bê dîtin.
Vexwendina ji bo Bexdayê
Husên da zanîn ku reşnivîsa van armancan amade ye û di demeke nêzîk de dê bê îmzekirin û got ku wî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan vexwendiye Bexdayê da ku van peymanan îmze bike.
Husên tekez kir ku pêwendiyên her du welatan ne tenê ji Dîcle û Feratê pêk tên û got:
“Rewşa ewlehiyê ya li Îraqê çawa ji nêzîk ve Tirkiyeyê eleqedar dike, rewşa ewlehiyê ya li Tirkiyeyê jî ew qasî Îraqê eleqedar dike.
Em ji diyaloga siyasî ya ku li Tirkiyeyê heye û pêk tê kêfxweş in.”
Wî anî ziman ku ew hêvî dikin ev diyaloga siyasî bigihîje encamê û li herêmê rewşeke ewletir pêk were.
Wezîr Fuad da zanîn ku gel û hikûmeta Îraqê piştgiriyê didin vê diyaloga siyasî û ew bawer dike ku gava ev diyalogên siyasî bigihîjin encamê dê bandoreke erênî li ser ewlehiya Îraqê jî çêbibe.
Petrolê Herêma Kurdistanê
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê diyar kir ku ew ji ber ducare destpêkirina şandina petrola Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê kêfxweş in.
Wî bi bîr xist ku ev rûdan bi lihevkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê pêk hatiye û diyar kir ku piştgiriya Tirkiyeyê jî gelekî girîng bûye.
Fuad Husên anî ziman ku Tirkiyeyê ji bo ku ev petrol bigihîje Ceyhanê erêkirineke salane daye û ew bawer dikin ku ev gav dê pêwendiyên her du welatan xurttir bike.
Hakan Fîdan jî axavtina xwe de,ragihand ku destpêkirina ducare ya şandina petrolê ya ji Xeta Boriya Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê cihê kêfxweşiyê ye.
Di civînê de pêwendiyên stratejîk ên her du welatan, hevkariya ewlehiyê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Gavên di warê enerjî û ewlehiyê de
Fîdan anî ziman ku “di warê têkoşîna li dijî terorê û ewlehiyê de li gel hikûmeta Îraqê lihevtêgihiştinek pêk hatiye” û got ku ew piştgiriyeke tam didin Projeya Rêya Bipêşketinê û ji bo ku proje demildest pêk were dê xebat bên zêdekirin.
Pirsgirêka avê jî yek ji xalên girîng ên rojeva hevdîtinan bû û hat gotin ku Tirkiye dê di vî warî de alîkariya Îraqê bidomîne.
“Destpêkirina hinardekirinê cihê kêfxweşiyê ye”
Fîdan got ku destpêkirina ducare ya şandina petrolê hem ji bo bazarên petrolê yên cîhanê û hem jî ji bo çavkaniyên dahata Îraqê cihê kêfxweşiyê ye.
Fîdan anî ziman ku pirsgirêka du salên dawî bi lihevkirina aliyên Îraqî bi dawî bûye û diyar kir ku ew bawer dike gihiştina kapasîteya tam dê gelek feydeyê bide pêwendiyên dualî û qebareya bazirganiyê.
Fîdan her wiha got ku ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmî, xurtkirina pêwendiyên di navbera Îraq û Sûriyeyê de gelekî girîng e.
Divê were gotin ku 27ê Îlonê careke din dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Xeta Boriyê ya Ceyhanê hatibû kirin.


