Cîhan

Hûrgiliyên kuştina karsazekî Filistînî eşkere dibin..

Şêva berê karsazek Îsrailî li Stanbulê di encama êrîşek çekdari de hatibû kuştin. Medya Tirkî di destpêkê de îdia kir ku, ek kesayetê Filistinî ji aliyê istixbarata Îsrail ve hatiye kuştin. Piştre derket holê ku, îdiayên medya tirkî ne rastin û ev karsaz Filistiniye lê li bajarekî Îsrail nişteciye û li gora medya Îsrailî ev kes li bajarê Kasr Yasif ê li bakurê Îsraîlê dijî. Li gorî rojnameyên Îsraîlê, Anas hemwelatiyê Îsraîlê ye.

Ew bi pasaporta Îsraîlî ya ku di destê wî de bû diçû derve. Anas şêva berê di derdora demjimêr 22.30an de dema ku li Kağithaneyê di wesayîteke parkkirî de rûniştibû û du kesên li kêleka wî bûn ji aliyê kesên ku maskeyên skiyê li xwe kiribûn bi çeka bêdeng hatibû kuştin. Tevî ku hîn nayê zanîn kê ev cînayet organîze kiriye jî, çavkaniyên Filistînî dibêjin ku, ihtimle kiryar ji aliyê mafyayê ve hatibe kirin.

Di lêkolina hatî kirin de, hat tesbît kirin ku, kesên ev çalakî kirîn di nava 2-3 demjimêra de derketine derveyê Tirkiye û xwe gihandine Bulgarya. Lê di çerçoveya vê dozê de 4 kes hatine binçav kirin.

Abdulkadir Anas Erebekî bi eslê xwe Filistînî ye ku

Back to top button