Nivîsar

Hukumetek hevbeş yan jî cardin hilbijartin

Dara Bilek Piştî hilbijartinên parlementoya Tirkiye encam da, xuyakir ku, tu partî bi serê xwe nikare hukumetê ava bike. Ji bo vê yekê bo avakirina hukumeta nû gelek senaryo têne gotubêj kirin.AKP xwediyê 258 kursiyaye, yan CHPê re yan jî MHPê re dikare hukumetê ava bike. Bê guman alternatîfa ku HDPê re jî ava bike heye lê gelek zehmete û nabê jî. Ji ber ku hevserokê HDPê çendê cara da xuyakirin ku ew bi tu awayî AKPê re hukumetek hevbeş de cih nagirin û pişgiriya AKPê jî nakin. CHP dixwaze ku CHP, MHP û HDP bi hevre hukumetê ava bikin. Lê MHP da xuyakirin ku ew bi tu awayî li gel HDPê tiştekî hevbeş nakin.Li vê derê du tişt derdikevin pêş, yan AKP û CHP , yan jî AKP û MHP hukumetek hevbeş ava dikin.Lê eger piştî cara yekê serokkomar karê avakirina hukumetê bide Davutoglu, di 45 roja de pêwiste hukumet bê avakirin. Eger di 45 roja de ava nebê serokkomar dikare biryara hilbijartinên avarte bigre û ji nûve hilbijartin çêbibin. Di rastiya xwe de piraniya AKPê dixwaze hilbijartin bêne nû kirin. Herweha MHP jî dixwaze lê taybetî HDP vê yekê naxwaze.Niha hevditin ji bo hukumetek hevbeş têne kirin. Lê li van senaryoyan hukumet pêkneyê, behîzê cardin hilbijartin hene. Lêpirsînin niha têne kirin ji % 71 hilbijêr ji encama derketî holê ne memnune. Herweha eger hilbijartin bêne nû kirin AKP dengê xwe zêde dike.Li vê derê tiştek balkêş derdikeve holê. HDP ji bo bide ispatkirin ku partiyek ya Tirkiyeye û Tirkiyebûn aramanca wan ya serekeye, xwe ji pirsa kurd dûr êxist. HDP hêdî xwe wek partiyek ya gelên Tirkiye ne ya kurda dide nasandin. Yanî bi awayek din HDP bang li partiyên din yê Tirka dike û dibêje ez jî wek we partiyek ya sistemê me.Lê HDP xwe dixapîne. Kesek HDPê wek partiyek ya Tirkiye qebûl nake. Tu aliyek siyasê naxwaze HDPê re hevkariyê eşkere bike. Herkes xwe jê dide aliyekî. Mimkine ku di hilbijartina serokê parlementoyê de tifaqa hinek partiy eşkere bibe. Eger di navbera CHP, MHP û HDPê de hevkariyek peyda nebê serokê parlementoyê ji AKPê tê hilbijartin.MHP da xuyakirin ku, belkî dawiyê ew pişgiriyê bidin Deniz Baykal, lê eger bizanibin ku dê HDP jî pişgiriya Baykal bikin MHPdengê xwe nade Baykal.Dixweyê li hevûdin nekin û kandîdatî AKPê bibe serokê parlementoyê, dê zehmet bibe ku hukumetek hevbeş bête avakirin. Hingê rêya ku hilbijartin nû bibin vedibe. Li Tirkiye ji bo istiqrar û pêvajoya heyî karsaz û piraniya xelkê û herweha Ewropî ji koalisyona AKP û CHP dixwazin. Lê AKP bi xwe zehftir dixwaze li gel MHPê hukumetê ava bike. Ji ber ku bingehê AKPê behtir vê yekê dixwaz e.

Back to top button