CivakRojev

Hukumetê xwezaîya deverê têk bir

Li bajarê Sêrtê navçeya Şêrwa li gundê Madenê ji sala 2114ê pêve karek mezin tê kirin û ji çiyayên deverê de Sifir derdikeve. Sala 2014ê ji aliyê şirketa Cîner Holding ve dest kar hate kirin. Gelek cih di nava çîyan de anîn xwar û herêm ji aliyê xezayê ve têk birin.

Ev proje ya herî mezine ku Sifir dertêxînin. Sala 2014ê Kompanya Ciner Holding dest derêxistina Sifir kir.

Roja 17.11.2016ê çiya li ser karkeran de herifî û di encam de 16 karmendî jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyera diltezîn kompanyayê destpêkir karker ji kar derêxistin.

Sala 2017ê ocax û proje ji aliyê Cengiz Holdingê ve hate kirîn. Şirketên di nava Cengîz Holdingê de cih digrin cardin ocax vekirin û dest kar kirin.

Cengîz Holding di cih de 69 karker ji kar dûrxist û xebata xwe berdewam kir.

Cengîz Holding li Tirkiye wek Holdinga desthilatê û malbata serokkomar tê naskirin. Piraniya projeyên mezin hukumet dide vê Holdingê. Tu asteng di rêya vê Holdingê de tuneye û her tişta ku bixwaze bi hileyên şerî pêktîne û wek Holdinga dewletê kar dike.

Niha jî ji bo pêmayên, madena Sifirên ku dertêxin veşêrin hukumeta li deverê cîh daye Holdingê. Ev yek rewşa xezayî ya herêmê têk dide û dibe sedemek mezin ya ku nexweşî li deverê payda bibin. Lê kesek guh nade xelkê deverê.

Holdingê ji bo ziblê xwe depo bike gelek deverên ku zîraat lê tê kirin, beşek ji kozên gunda hemû spartiye xwe. Ev yek hem ji aliyekî ve ziraetê li herêmê kêm dike û xwedîkirina ajalan ji hole radike.

Back to top button