Serokwezîrê Hikûmeta Îraqa Federal Dr. Heyder Ebadî li hevdîtineka televziyonî (El-Îraqiye) li roja 15 Sibata 2016 bi awayekê çavrênekirî hijmarek babet û pêşniyazan pêşkeş dike.Cihê dilgiraniyê ye ko Serokwezîrê Îraqê bê belge û li ser televziyonê bi awayekê na berpirsrane rexneyê ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê digire ku rojane li şerê dijî terorê qurbaniyê didet û hemû duniya jî şahidê egîdiya hêzên Pêşmerge ye.Cihê pirsiyarê û hêbetê ye ku birêz Ebadî li hevdîtina televziyonî pêşniyaza çareser kirina nakokiyan dide,li demekê ku wek kesatiyê dewlet û yasaya dewletdarî,pirsên weha bi rêya kenal û cvînên fermî dihê bas kirin,bi taybetî ku demekê berî niha şandeka bilinda Herêma Kurdistanê li Bexdayê serdana wî kirbû.Di vê daxuyanê de, em bersva pirsiyar û pêşniyazên Serokwezîrê Îraqa Federal didin ku bi bawera me ji xwe derxstineka siyasiya erizên zêdetir niye û em bi zêdeyî ve pêşniyaza wî derbarê dabînkirina tevaya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê beramber pêdana hemû petrola berhemhatiya Herêma Kurdistanê qebul dikin.1. Birêz Ebadî li demê axaftina xwe amaje bi vê yekê dide ku Serokwezîrê hemû Îraqê ye û xwe beramber hemû Îragiyan bi welatiyên Herêma Kurdistanê jî bi berpirsiyar dizane, li demekê ku li sala 2005 were ta niha çi salekê Herêma Kurdistanê 17% pişka xwe ji budceya Îraqê wernegirtiye û li baştirîn halet asta 11.4% derbaz nekiriye,ta ew demê ku kar gihişte qûtkirina hemû pişka Herêma Kurdistanê li Sibata sala 2014 ku ta niha jî berdewam e. Ji bilî vê yekê ku tenê dînarek ji bo Pêşmerge xerc nekiriye ku tevaya mafê darayîa Pêşmerge ji sala 2007 ta dawiya sala 2015 pitir e ji yanzde tirîliyon û pêncsed û sêzde miliyar û çil û pênc miliyon dînar,her wek Ebadî amaje bi vê yekê daye ku li gor madeya 121 ya destûrê Îraqê Pêşmerge beşek e ji sîstema berevaniya eminiya Îraqê û pêwîste li budceya Îraqê mafê darayîya wî bihê dan,bi taybetî di demekê de ku Herêma Kurdistanê ji sala 2005 were bi asta 17% xerciyên serweriyên Îraqê li ser mile.2. Li gor rêketina navbera Hewlêr û Bexdayê li 2-2-2014 biriyar bû ji bilî pişka Herêma Kurdistanê,hemû mehekê Bexda 100 miliyar dînaran ji xerciyên serwerî bo Pêşmerge xerc bike,lê ev biriyare cî bi cî nekir.3. Ron û eşkire ye ku Hikûmeta Federal tenê ji bo xerciyên mûçe bo mehekê pêwîstî bi çar tirîliyon û sed miliyar dînaran heye,li demekê ku niha dahata froştina petrola Îraqê tenê yek tirîliyon û heştsed miliyar dînar e,ku 96% dahata Îraqê li ser petrolê ye. çima Serokwezîr amaje bi jêderê du tirîliyon û sêsed miliyar dînaran nake ke mehane kurt anîna pêdana mûçey e û jêderê wê jî pareyê yedekê Banka Navendiya Îraqê ye û herêma Kurdistanê ji mafê 17% pareyê yedek hatiye bê parkirin. Digel vê yekê jî Herêma Kurdistanê ji tevaya qerizên navdewletî hatiye bê parkirin ku Bexda wergirtiye.4. Li gor yasaya bûdceya Îraqa Federal bo sala 2016,pişka mûçeyên Herêma Kurdistanê 478 miliyar dînar e ku tenê mûçeyên fermanberên hemîşeyên Hikûmetê ye,ji bilî xanenşîn û Pêşmerge û Asayiş, li demekê ku Herêma Kurdistanê yek miliyon û çarsed hezar karmend heye û mehane pêwîstî bi nêzîkê 890 miliyar dînaran heye bo vê yekê bikare tevaya mafên darayî ya karmendên xwe dabîn bike,ku 336 miliyar dînar bi hêzên Pêşmerge û Asaiyş dihê dan,zêdebarê xerciyên bikar xstina hêzên Pêşmerge ku mehane 30 miliyar dînar e,ev jî di demekê deye ku hemû duniya şahidiya egîdiya Pêşmerge û qurbanîdana wan dike ji bo berevanîkirin ji ax û parastina azadî û ser û mal û şerefa welatiyan,lê cihê hêbetê ye ke Serokwezîr dûr û nêzîk amaje bi rolê wan nade ku bi dirêjahya pitir ji hezar û pêncî kîlometiran l iberamber hovanetirîn rêxstina terorîstî berxwe dide û heya niha 1392 şehîd û 8215 birîndar û 62 bê ser û şûn heye. Eve jî di demekê daye ku hêzên Heşda Şebî,zêdebarê rêzgirtin ji rolê berçavê wan,budceyeka taybetî di nava bûdceya sala 2016 Îraqê ji wan re hatiye dabînkirin. Digel vê yekê jî bûdceya mezin ku ji sala 2007 were heya niha bo wezareta berevanî hatiye xerckirin û hisabên dawiyê jê re nehatiye pejrandin.5. Serokwezîrê Îraqa Federal behsê dahata hinartina petrola Herêma Kurdistanê dike û dibêje li çi hisabeka fermiya Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin,bê vê yekê ku belgeyên pêwîst eşkire bike,yan bi fermî daxwaza zaniyariyê ji Herêmê bike,di demekê de ku Wezareta Samanên Siruştiyên Herêma Kurdistanê mehane rapora hinartina petrolê û rapora darayî belav dike û li meha Sibata 2014 were bi biriyareka siyasî pişka Herêma kurdstanê ji budceya Îraqê hatiye qûtkirin. Lê Herêma Kurdistanê kariye ji dahata hinartina petrolê,tevaya mûçe û dermaleyên fermanberên xwe bo sala 2014 û heşt mehên sala 2015 dabîn bike,zêdebarê mûçeyê Pêşmerge û xzmet kirina yek miliyon û heştsed hezar koçberan ku piraniya wan welatiyên Îraqî ne ku erkê Serokwezîr û Hikûmeta Federal e bijîv û xzmetkariyê ji wan re dabîn bike. Lê Bexda ta niha çi bûdceyeka taybet ji bo wan xerc nekiriye,zêdebarê diyar nemana hijmarek pare ku li budceya herdu salên 2014 û 2015 bo Herêma Kurdistanê terxankirbû ku li ser wan qere û çarenvîsa wê diyar niye.6. Ji bo nehêlana hêcetên Hikûmeta Federal û nîşandana rastgoyî ya xwe,Hikûmeta Herêma Kurdistanê li meha nîsana 2015 pitir ji 550 hezar bermîlên petrolê teslîmê Kompaniya ya Somo kir ku me çavrê dikir tevaya mafên darayên xwe li gor rêkeftina 2 Kanuna 2014 û yasa budceya 2015 werbgirîn,zêdebarê 100 miliyar dînarên ku ji bo mûçeyê hêzên Pêşmerge hatibû xemilandin. Lê mxabin Bexdayê ne tenê mafên darayên herêmê neda,belku bê hebûna çi bingeheka yasayî û li rêya frokexaneyê bi biriyara Serokwezîr bi asta 11% pişka na temama Herêma Kurdistanê 54 miliyar û 340 miliyon dînar hate qûtkirin ku tenê 488 miliyar û 760 miliyon dînar bo Herêmê şand ku bi çi awiyekê têra mûçe nekir.7. Li rêketina 2 Kanuna 2014 ku li dawiyê bûye parek ji yasaya bûdceya Federala 2014,her du alî li ser diyarkirina aliyê kêmê mûçeyê Pêşmerge by 100 miliyar dînarên mehane rêketin. Serokwezîrê Îraq her by xwe razî bû 100 miliyar dînaran ly çarçoveya pişka Wezareta Parastin bo Pêşmerge terxan bike,lê cihê hêbetê ye ku niha dibêje mûçeyê Pêşmerge ron niye,zêdebarê vê yekê ku piştî vê rêketinê,xerciyên şerê DAIŞÊ li sala 2015 zêdetir bûye,bi taybetî li operasiyonên rizgarkirina deverên kurdî,bi taybetî Şingal û Celewla ku hêzên Pêşmerge her du dever ji terorîstên DAIŞê rizgarkirin.Li dawiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdagiriyê li ser giringiya berdewambûn li ser diyalog û danustanê û cî bi cî kirina pabend bunên yasayî digel Hikûmeta Federal li ser bingehê berjwendiya hevbeş û girentî kirina bi dest anîna mafên yasayî û darayên Herêmê li dahata Federal li gor destûrê Îraqê dike.Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne ku pêşniyazên Serokwezîrê Îraqê derbarê dabînkirina tevaya mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal qebul dike ku hijmaran wan yek miliyon û çarsed hezar kes e û bo her mehekê pêwîstî bi heştsed û newed miliyar dînaran heye,ku 336 miliyar dînar bo hêzên Pêşmergeyên qehremanên Herêma Kurdistanê ye. li beramber vê yekê jî,Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye tevaya petrola berhemhatiya xwe bidete Hikûmeta Federala Îraqê,her wek Serokwezîrê Îraqê bi ronî pêşniyaza kirye.Encumena wezîrên Herêma Kurdistanê16-2-2016
Pêş
Flaş
28/06/2025
Husiyan fûze avêtin Îsrail
28/06/2025
Îran: Piştî gotinên tund ên Trump, emê ne dudilbin..!
28/06/2025
Husiyan fûze avêtin Îsrail
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Trump û Erdogan civiyan25/06/2025