Cîhan

Divê em di warê darayî de alîkariya Kurdistanê bikin

Wezîrê Derve yê Nemsayê (Austria) Sebastian Kurz, diyar kir ku Nemsa dê zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, divê welatên din jî zêdetir alîkariya Kurdistanê bikin.Wezîrê Derve yê Nemsayê Sebastian Kurz, ku tevlî 52emîn civîna ewlehiyê ya Mûnîxê bibû, piştî civînê li ser rewşa Sûriye û Başûrê Kurdistanê û penaberan ji Rûdawê re li ser rewşa Sûriyê got, heyamek dirêj lazim e ji bo dîtina çareyekê ji bo kirîza Sûriyê û agirbest jî hêviya yekemîn e ji bo dîtina wê çareyê.Kurz diyar kir ku eger kirîza Sûriyê çareser jî bibe dîsa kirîza koçberan nayê çareserkirin ji ber ku ji sê pişkên penaberan, pişkek Sûrî ne.Li gorî wî siyasetmedarê ciwan ê Ewropî, wergirtina penaberan, kirîza penaberiyê çareser nake, divê alîkariya wan welatan bê kirin ên ku welatiyên wan koçber dibin.Wezîrê Derve yê Nemsayê, li ser kirîza darayî ya Kurdistanê axivî û got, me ji bo vê yekê alîkariyên xwe bo Kurdistanê çar caran zêde kiriye lê divê welatên din jî alîkariya Kurdistanê bikin.Kurz anî ziman ku baştirîn çare ji bo nehîştina kirîzê, alîkarîkirina Kurdistanê di warên aborî û mirovî de ye. 

Back to top button