Hukumeta Iraqê tê avakirin
Piştî demek dirêj Nurî Malikî serokwezirê Iraqê yê berê cardin xwe wek berdendamî serokwezîriyê da nîşandan û ev yek ji aliyê kurdan ve jî erênî hete nirxandin. Wek tê zanîn eve çend meh bûn ji bo hukumeta nû ya Iraqê bête avakirin gengeşe hebûn. Lê heta niha negahitibûn tu encamekî. Gruba bi navê kurda guftûgo li Bexdayê dikiran di nav bazariyekî de bûn.
Serokê Kurdistanê ji bo pişgiriya hukumetekî hevbeş bikin li gel gelek daxwaziyan du xalên girîng pêşkêşî partiyên din yên Iraqî dikiran. Yek ji wan pêkanîna mada 140-ê bû ku ev pirsa deveren Kurdistanê yên di bin desthilatdariya hukumeta nawendive girêdaye. Duyem serokkomariya Iraqê ji bo kurdan be.
Piştî Nurî malikî berendamiya xwe ji bo serokweziriyê ilan kirî, endamê şanda dan û standinê ya hevgirtina fraksiyonên kurdistanî Dr. Muhemmed Ehmed ragihand ku, ku lîstên Şîeyî serokatîya Iraqê didin kurdan û serokatîya parliyamenta Iraqê jî didin lîsta Eliraqîyye.