Civak
Demokrasî tiştek wehaye
Serokê partiya azadiyê (PVV) Geert Wilders, di derbarê misilmana de gelek gotinên tund karaninîne û herweha heqaret li quranê kiriye. Geert Wilders filmek jî dijê misalmaniyê çêkiriye û di filma xwe de dijê ola islamê kîn û nefret kar aniye.
Partiya Geert Wilders di parlementoyê de ye û hukumeta Holanda bi pişgirrya partiya PVV li ser hukume. Geert Wilders, ji bo tawanên dijê olekî din, dijiyatiya nijadperestî li Holanda derket himberê dadgehê û hesab da. Dixweyê, dê dadgeha Wilders çend heftiyan berdewam be. Ihtimala ku salekî cezayê zîndan kirinê bidin serokê partiya nijadperest geleke.