Civak

Hukumet sistemek taybet ji bo dayina miaşan pêktîne

Di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 31.01.2017ê li bajarê Hewlêrê, civata wezîrên Herêma Kurdistanê civiya.Di destpêka civînê de, serokwezîr behsa pirojya qeydkirina navê miaşgirên Herêma Kurdistanê li gor sîstema Biometry kir û di çarçoveya vê pirojeyê de nêzîkî 153 hezar miaşgir li Duhokê, nêzîkî 295 hezar li Hewlêrê û zêdetir ji 329 hezar jî li Silêmaniyê navên xwe qeyd kirine û eşkere kir ku, ji bo qeydkirina navên miaşgirên medenî roja 01.03.2017ê roja dawiyê dibe, lê  ev piroses ji bo hêzên serbazî û emnî berdewam dibe.Serokwezî daxwaz ji hemû miaşgiran dike ku navên xwe qeyd bikin ji berku piştî ev pirojeye bidawî tê hikûmet dê bibe xwediyê lîstek paqij ya navê hemû miaşgiran û needaletî û pirmiaşî jî namîne, hikûmetê dê sîstemek taybet ji bo pêdana miaşan hebe ku digel dahatiniyê hikûmetê minasib be û bicîkirina vê sîstemê di warê çaksaziyan de pêngaveke giring e. Ji bona serkeftinê wê pirojeyê, serokwezîr rola Qubad Talebanî û aliyên peywendîdar bilind nirxand.Di civînê de, Mawlud Bawemurad wezîrê guhastin û gehanidnê bi wekalet, li ser çalakiyên sala 2016ê û pilan û amadekariyên wezaretê bo sala 2017ê raporek pêşkeşî civînê kir û têde tekîd li ser kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatiniyê bi rêya berfirehkirina çavkaniyên dahatiniyê, reorganîzekirina baca kompaniyan û rêxistina straktura wezaretê kir.Xalid Doskî wezîrê rewşenbîrî û ciwanan behsa siyaset û pilanên wezareta xwe yên di ware kurlturî, hunerî, spor û ciwanan de pêşkeşî civînê kir û hijmareke wezîran têbînî û dîtinên xwe li ser wê raporê berçav kirin.Serokwezîr û cîgirê serokwezîr kar û xebatên wezîretan  bilind nirxandin û tekîd liser wê yekê kirin ku divê wezaret û saziyên peywendîdar li hikûmetê, sektora taybet û civaka medenî ji bona bicîkirina siyaset û pilanên wezaretan alîkariyê  bikin, ji ber ew erk û wezîfe bi tenê bi wezaret û hikûmetê bi cî nabin.Elî Sindî wezîrê pilandananê rênîşanderên taybet bi hevbeşîkirina her du sektorên taybet û giştî di cîbicîkirina pirojeyan di çarçoveya rênîşanderên girêbestên giştî ku bi hevbeşî digel Bankaya Navdewletî amadekirina, berçva kirin. Ew rênîşander amadekirina çarçoveyek yasayî ye ji bo wan pirojeyên bi hevbeşî di navbera sektora taybet û sektora giştî de li Herêma Kurdistanê tên encam dan. Ev cara pêşiyê ye ev rênîşander li Herêma Kurdistanê tên amade kirin.
 

Li van ji binere

Back to top button