Ji berî du hefteyan BDP ji bo herê serdana Ocalan li Îmral, serî li wezereta Dadê da. Di lîsteya BDPê denavên Hevseroka partiyê Gulten Kişinak, seroka gruba BDPê Perwîn Buldan û parlementerê Stanbulê Sirri Sureya Oner hebû.

Lê tê gotin ku piştî Sirri Sureya tevlî bûyerên qada Teqsîmê bû hukumet bi erênî berê xwe nade ku Sirri Sureya di lîsteya ku herê Îmralî cih bigre.

Li gora agahdariyên derdikevin, dê dewsa Sirri Sureya hevserokê partiyê Selahattin Demirtaş cig bigre. Sureya ji bo Apo navek girînge û heta niha di hemû heyetên ku serdana Ocalan kirîn de Sureya cih digirta.

Di derbarê bûyerên li Taqsîmê pêkhatîn de, di nava BDPê de dîtinên cuda derdikevin holê. BDP di daxuyaniyekî de ragihand ku ew pişgiriya bûyerên Teqsîmê dikin.

Lê serokê gruba BDPê di parlementoyê de parlementer Idris Baluka di vê derbarê de daxuyaniyek cuda ragihand.

Balukan dibêje: Ev şerê di navbera zihniyeta ku 90 salî ya ku hukum dike û AK Partiyê de ye.

Balukan dibêje, em pişgiriyê nadin vê yekê. Aliyên nijadperest û neteweperest pişgiriya çalakiyên Teqsîmê dikin. Em nikarin li gel van aliyan helwestek hevbeş bidin nîşandan.

Duh parlementerê BDPê Sirri Sureya cardin li Teqsîmê bû. Sureya pişgiriya grubên ku Balukan bi najadperestî navdike dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: