Polîtîk

Huda-Par : Nijadperestî mîkrob e

Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Sait Şahin diyar kir, di destûra Tirkiyê de ji bo welatiyên Tirkiyê  “Her kesên ku bi rêya hemwelatîbûnê ve bi Dewleta Tirkiyê ve girêdayî ne, tirk in” tê gotin û ev nîşaneya înkarkirina kurdan e.Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Sait Şahin beşdarî weşana zindî ya kanala KRTê bû.Şahin di axaftina xwe de destnîşan kir, ku bi destûra Tirkiyê ya niha hebûna kurdan hêj bi zimanê fermî tê înkarkirin û got: “Hevoka ‘Her kesên ku bi rêya hemwelatîbûnê ve bi Dewleta Tirkiyê ve girêdayî ne, tirk in’ tê wateya înkarkirina kurdan û divê ev were rakirin.”Sait Şahin diyar kir, ku divê tirkbûn ji destûra Tirkiyê were derxistin û got: “Li ser Mustafa Kemal Ataturk jî divê nîqaş were kirin. Nijadperestî mîkrob e.”Berdevkê Partiya Doza Azad herwiha amaje bi yekê kir, ku siyaseta înkarkirina kurdan, bi komara Tirkiyê dest pê kiriye û bi awayekî sîstematîk hatiye meşandin û got: “Kurd li vî welatî, ne pirsgirêk in. Dewletê kurd kirin pirsgirêk.”Weke din li ser sedema pêkhatina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî Şahin diyar kir: “Piştî ku dewletê kurd kirin pirsgirêk, PKK jî weke encam derket holê.”Herwiha Sait Şahin amaje bi yekê kir, ku li ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê hin gotegot bihîstine.Rûdaw

Back to top button