Pêwendiyên Tirkiye û YE ber bi kûve diçe
Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan ji bo tevlî civîna NATO yê bibe li Bruksel e. Erdogan li Brukselê hevdîtina li gel berpirsên Yekitiya Ewropa û herweha li gel serokê hinek welatan dicive.Eve demeke pêwendiyên navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de ne basin û ber bi xirabiyê ve diçû. Herweha li gel hinek welatên Ewropa jî pêwendî hatibûn radeya têkçûnê.Niha çavê herkesî lêye ku ka gelo dê ev pêwendî cardin wek berê vegerin, yan pêwendiyên Tirkiye û Ewropa ber bi qonaxek dinve diçe.Erdogan li Brukselê li gel serokê konseya Yekitiya Ewropa Donald Tusk û serokê komisyona YE Jean-Claude Juncker civînek hevbeş pêkanî.Herweha Erdogan li gel serokê Fransayê Emmanuel Macron jî civînek kir û Erdogan li gel serokwezîra Almanya Merkel jî hevdîtinekî pêktîne.