Barzani: Kurdistan ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe referandumê dike
Di çerçova serdana xwe ya derveyê weêat de, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Sofya ya paytexta Bulgarîstanê li gel Boyko Borisov Serok Wezîrê Bulgarîstanê civiya.Li vê kombûnê da ku Wezîrê Aborî û Wezîrê Çandin û Wezîrê Geştuguzariya(Turizm) Bulgarîstanê amade bûn, Serok Wezîrê Bulgarîstanê ji bilî balkişandina rola Kurdistanê li şerê terorê de spasî xweragiriya gelê Kurdistanê û qehremaniya hêzên Pêşmerge ya li şerê dijî terorîstên Da’îş kir. Her wiha eve jî ragihand ku şerê terorê ewlewiyeta welatê wane ji bo wê yekê jî hevkarê gelê Kurdistanê dibin. Her wiha balkişand li ser pêgeh û girîngiya Herêma Kurdistanê ya li navçeyê û amadehiya welatê xwe ji bo berfireh kirina peywendiyên aborî û çandî li gel Herêma Kurdistanê ragihand.



