Civak

Holanda hevkariya cotkarên Kurdistanê dike

Wezîra Çandin û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand, Holanda li rahênana cotkaran û pêdana nûtirîn zanyarî û teknelojiya serdem ya li warê çandinê de hevkar dibin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê li Hikûmeta Kurdistanê, Bêgerd Talebanî Wezîra Çandin û Çavkaniyên Avê li gel William Nikolas Konsolê Giştî yê Holanda civiyaye û Holanda soza çendîn hevkariya bi cotkarên Kurdistanê û kerta çandinê daye.

Zêdekirina karê kompanyayên Holandî û anîna teknelojiya çandinê li Kurdistanê bi hevkariya Konsolxaneya Holanda kar li ser tê kirin.

Back to top button