Cîhan
Holanda dest bi meşq û rahênana Pêşmerge dike
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupa ragihand, Wezareta Berevaniya Holanda ragihandiye ku çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê yên ji bo meşq û rahênana hêzên Pêşmerge destpêdikin.
Dilawer Ajgeyî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupa, li rûpela xwe ya taybetiya tora civakiya Facebookê nivîsiye: “Wezareta Berevaniya Holanda ragihandiye ku çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê yên ji bo meşq û rahênana hêzên Pêşmerge destpêdikin. Me li serdana xwe ya heftiya derbasbûyî ya ji bo Parlemena Holanda de, me bi fermî daxwaza piştgîriyê ji Parlemena wî welatî kir ku Holanda li piştgîriya Herêma Kurdistanê de berdewam be.”