Cîhan

Hizbullaha Iraqê gefê li hêzên Amerîka dike

Ketaîbî Hizbullahê Iraqê gefê li serbazên Amerîka dike û radigihîne “Poz û difna serbazên Amerîkî, li axa Iraqê da diçeqînîn”.

Ebu Elî Eskerî Berpirsê Emnî ya Ketaîbî Hizbullaha Iraqê, li bersîveke daxuyaniya Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka de, gefeke tundî li hêzên Amerîka kir û ragihand “Poz û difna serbazên Amerîka li axa Iraqê da diçeqînîn”.

Ebu Elî Eskerî ji Pompeo re dibêje: “Gef û daxuyaniya te ya lerizokane, dijî te bi xwe û Serokê te yê bê eqil de dişkê”.

Back to top button