Kultur

Hirorî û pirsa zimanê kurdî li Tirkîyê (Deng)

Birêz Hirorî dibêje, dewleta Tirk naxwaze Kurdan wekî gelekî cihê qabûl bike. Çareserîya karbidestên Tirkan ev e ku, di çarçoveya hemwelatîbûnê de çend mafan bidine Kurdan û kêşeyên heyî çareser bikin. Daxuyanîya Serokomar Gul ya li Dîyabekirê jî wê helwestê bi zelalî eşkere dike.

Sidqî Hirorî her wiha dibêje, divê hebûna zimanê Kurdî bi qanûna bingehîn were parastin û Kurdî bibe zimanê perwerde û îdarî li herêmên ku Kurd lê dijîn.

Nivîskar Hirorî ku heman demê de berpirsê malpera www.Kulturname.com e dibêje, di gaveke nîzîk de emê jinûve malperê zindî bikin û bînine pêş xwendvanan.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.

 

 

Back to top button