CîhanPolîtîk

Hinek partîyên Kurdistanî li Amedê heyetek Amerikanîre hevdîtin kirin

Partîyên Kurdistanî Li Amedê Li gel Heyeta Emrîkayê Re Hevdîtinek PêkanînSekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sitki Zilan, Endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî ya ÖSPê Nusrettîn Maçîn, Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sinir , Berdevkê PAKURDê İbrahim Halil Baran û Serokê Giştî yê PDK-BAKUR Sertaç Bucak roja 14.10.2015ê li Amedê , li gel Heyeta Emrîkayê re hevdîtinek pêk anîn.Li ser navê heyetê Nusrettîn Maçîn, wesfa pirsgirêka Kurd û Kurdistanê , helwestên wa yên li ser pêvçûnên di navbera PKK û Tirkîyeyê û nêrînên hevbeş yên di derhekê çareserkirina pirsgirêkan yê 6 partîyan anî ziman.Nusrettîn Maçîn got ku , divê “pêvajoyek çareserîyê” ya nû bi hemû hêzên netewî yên sîyasî yê ji Bakurê Kurdistanê re , bi garantorên navnetewî re bibin muhatabêk milê sêyê.Nusrettîn Maçîn da zanîn ku ew diparêzin ku, pirsgirêk ya Kurd û Kurdistanê yê , divê ji alîyê dewleta Tirkan û PKKê bêdem agirbest bê îlan kirin , 6 partî dibêjin ku divê pirsgirêk bi xebatên dîalogê , sîyasî , dîplomatîk bê çareser kirin.Heyeta Emrîkayê jî anî ziman ku divê hemû pirsgirêkên li her çar alîyên Kurdistanê bi rê û rêbazên aşitîyê bên çareserkirin.Hevdîtin di atmosfereke germ û berhemdar de didomî.HAREKETA AZADÎ , OSP , KADEP , PAK , PAKURD , PDK-BAKUR

Back to top button