Hinek hin xapandine lê guneh dikeve stûyê kurda…

Serokê Amerikayê Trump ji berî demekî daxûyakirin ku, Amerika çek dane kurda daku, wan çekan bidin xwepêşanderên Îranê. Lê Kurda ev şek ji bo xwe birine û nedane xwepêşendaran..
Ev yek di nava kurdan de bû cihê gotubêjekî berfireh. Heta gelek rêxistinên kurdistana Rojhilat man di bin gumanan de. Partiyên rojhilatê Kurdistanê daxûyanî dan û eşkere gotin ku, Amerika tuçek nedana wan.
Lê deng ji Amerikayê derneket. Doh konferansek rojnemevanî ya wezîrê derve yê Amerikayê ev pirs ji wezîrê Derve Rubio hate kirin. Lê Rubio bersiva vê pirsê neda.
Li gora hinek çavkaniyan, bi rêya HSDê ev çek radestî PJAKê hatine kirin. Amerika jî vê yekê baş dizane. Lê mixabin heta wek vê gavê ne Amerika vê yekê yekalî dike û ne jî deng ji PJAKê derdikeve.
Hina hinek xapandine, lê gunehê vê dikeve stûyê Kurdan..


