Daxwazên DYA ji Iraqê gelekî zelalin.

Amerîka dizane ji Iraqê û hukumetên dibin desthilat çi dixwaze. Lê gelek cara rewşa Iraqê ya bê istikrar daxwaziyên Amerika şêlo dikin.
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî: Daxwazên me li Iraqê zelal in. Em çalakî dixwazin, ne gotin
8 xulek berê
Diyar Kurd e
Berbirsek bilindji wezereta derve ya Amerikayê dibêje: “Zelal e ku Washington ji Iraqê çi dixwaze. Rêberên Iraqî û serokwezîrê tayînkirî dizanin em li çi digerin. Dewletên Yekbûyî tevgerêî dixwaze, ne gotina. Ez difikirim ku rêberên Iraqî, tevî serokwezîrê tayînkirî, fêm dikin ku Dewletên Yekbûyî li dû çi ne,”
Berpirsê Amerikî berdewamiya axavtina xwe de dibêje: “Xêzek pir nezelal di navbera hikûmeta Iraqê û komên milîs de heye. DYA dixwaze ku hikûmeta Iraqê dest bi derxistina milîsên terorîst ji saziyên hikûmetê bike û budçe û mûçeyên komên milîs kêm bike.
“Hin fraksiyonên di nav hikûmeta Iraqê de berdewam dikin ku ji bo van komên milîsên terorîst sîwana siyasî, darayî û operasyonel li xwe bikin,”
Wî got ku baregehên Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê di dema şerê Îranê de bi zêdetirî 600 êrîşan re rû bi rû mane.


