
Zêdeyî deh salan e ku Kurdên Bakur ji bo demokratîzekirina dewleta Tirk tên kujtin, didin kujtin. Tenê di şerê xendeqan de dewletê, PKK û HDPê bi hezaran keç û xortên Kurd ji bo demokratîzekirina Tirkiyê dan kujtin. Bajar hilweşandin, Kurd koçber kirin û li metropolên Tirkiyê Kurd asîmîle kirin.

Nûrî Çelîk
Hinek dikin û hinek jî dixwin. Ev qanûn û zagona dinya û jiyanê ye. Gundî dikin û axa dixwin, karkir dikin û karmend dixwin, milletê hejar dikin û sermayedar dixwin, hilbijêr dikin û siyasetmedar dixwin. Û bi dehan mînakên din. Ev yek ji bo rêxistin û partîyên siyasî jî heman tişt e.
Milletê Kurd bi mal û canê xwe fedakarî kiriye. Lê mixabin gelek ji dezm û dezgeh û partîyên Kurd keda wan xwariye, li ser xwîn û keda wan jiyane. Hem di saxîya wan de, hem di mirina wan de keda wan xwarine û ji bo bijîn ew ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîne. Hikûmet û dewlet jî wilo ne. Gava pêwist be xwedî li endam û alîgirên xwe derdikevin. Dîsa gava pêwist be îcar wan dikujin yan didin kujtin û li ser xwîna wan diçêrin.
Kurdên Bakur tucarî wek îro xemsar, dilsar, ji hestên netewî û Kurdayetîyê dûr neketibûn. Îdeolojîyên dûrî Kurdayetîyê ew xesandin û ji mêranî û hestên netewetîyê dûr xistin. Berjewendîyên rêxistinî û partîtîyê ew bê mecal û bê mefer hiştin. Ked û xwîna ku bi salan ji bo doza Kurd û Kurdistanê hatibû dan, di ber îdeolojîyên xeyalî û dûrişmeyên wek bratîya xelk û ummetê de hatin heba kirin. Berê Kurdan ji doza Kurdistanê dan doza yekîtîya xelk û ummetê û paraztina sînorên dewletên dagîrker. Kurdên ku berê ji bo Kurdistanek serbixwe û azad dikatin kujtin, îro ji bo demokratîzekirina dewletên dagîrker tên kujtin û didin kujtin.
Zêdeyî deh salan e ku Kurdên Bakur ji bo demokratîzekirina dewleta Tirk tên kujtin, didin kujtin. Tenê di şerê xendeqan de dewletê, PKK û HDPê bi hezaran keç û xortên Kurd ji bo demokratîzekirina Tirkiyê dan kujtin. Bajar hilweşandin, Kurd koçber kirin û li metropolên Tirkiyê Kurd asîmîle kirin. Van kiryar û îdeolojîyên xeyalî hestên netewî, bîr û hizra Kurdistanî di mejî û giyanê Kurdan de nehişt. Kurdên ku berê Tirkan hevza xwe ji wan dikir û newêrîbûn xwe nêzîkî wan bikin, îro Kurd hevza xwe ji wan dikin, ji wan ditirsin û di ber demokratîzekirina Tirkiyê de tên kujtin, tên qetilkirin. Yek ji wan jî keça Kurd Denîz Poyraz bû.
HDP, ji bo rê li ber pêşketina hizra netewî bê girtin û Kurd ji hest û daxwazên Kurdistanî bên dûrxistin, hat damezirandin. Armanca HDP a ku bi daxwaza Ocalan û MÎT a Tirkiyê hat damezirandin (Ocalan û Beşîr Atalay bi xwe eşkere kirin), ji alî wekîlê HDP S. Sureyya Onder ve pir bi zelalî hat gotin. S.Sureyya Onder di televizyonan de eşkere û bi zelalî got: „ Ji bo em rê li ber pêşketina netewperwerîya Kurd bigrin me HDP ava kir “. Yanî, ji bo Kurd doza azadî û serxwebûnê nekin û ji Barzanîyan dûr bikevin.
Ji roja ku HDP hatiye avakirin, di navbera dewlet û HDP de şer û siyasetek bi şêwir û mişêwir tê meşandin, Di şer û siyaseta dewlet û PKK de jî heman şêwir û mişêwir tên kirin. Generalên artêşa Tirk gelek caran ev yek eşkere kirin û gotin: „ Ji bo me şerê bi PKK re şerekî bi sînor û şêwir û mişêwir e. Armanca me ya sereke ev e ku em nehêlin li Bakurê Iraqê Kurdistanek serbixwe bê avakirin “. Yanî, şer û pevçûnên bi HDP û PKK re bi sînor e, bi şêwir û mişêwir e û ji bo astengkirina pêşketina hizra netewî û damezirandina Kurdistanek serbixwe ye. Ji xwe daxuyanîyên rayedarên HDP, PKK jî vê yekê eşkere dikin. Demokratîzekirina dewletên dagîrker û îdeolojîya bratîya gelan nîşana vê yekê ye.
Di 17ê vê meha Hezîranê de, nîjadperestê Tirk Onur Gencer êrîşî baregeha HDP a Izmîrê kir û keça Kurd Denîz Poyraz bi şeş guleyan qetil kir. Hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibin û wer xuyaye heta hilbijartinê wê gelek alozî û arîşe bên derxistin, wê hê gelek keç û xortên Kurd bên kujtin. Kujtina keç û xortên Kurd hem li hesabê dewletê, hem jî li hesabê PKK û HDP tê. Herdu alî jî dixwazin bi kujtinê bi hestên Kurdan bilîzin, Kurdan dîsa derxin kuçe û kolanan, piçek ruhê netewî bi wan re mabe jî pûç bikin û dîsa wan bi dewletê ve pîne bikin.
Keça Kurd Denîz Poyraz ne ya yekem e û ne jî ya dawî ye. Ê tên kujtin Kurd in, ê tune dibin Kurd in, û yên li ser ked û xwîna Kurdan di meclîsa Tirkiyê de diçêrin Tirk, Ermenî û Ereb in.
Û ji bo çi?
Ji bo demokratîzekirina Tirkiyê û ji bo çîroka bratîya gelan..