
Dr Zêdan Biradostî Parlementerê PDK di derbarê êrîşên li ser Hikûmetê têne kirin da zanîn ku hineek alî piştî dewama Hikûmeta cilkên rikeberiyê û opozîsyonê dikin ber xwe dibêje: Gotara şeva bihûrî ya Mesrûr Barzanî gelek peyam têda hebûn.
Dr Zêdan Biradostî Parlementerê Firaksiyona PDK li Parlemena Kurdistanê da zanîn ku gotara Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê gelek peyam têda hebûn, di derbarê rewşa siyasî û aborî ya niha ya Herêma Kurdistanê.
Her wiha got: Berî çend rojan jî min di hevdîtinekê da behsa vê diyardeya siyasî kiribu ku hinek aliyên beşdarê Hikûmetê û siyaseteka dû alî birêvedibin bi awayeke demjimêr 8ê sibehî heta 2 yê piştî nîvro li Hikûmetê dane û piştî nîvro pêve dê cil û bergekê din yê opozîsyonê bikin berxwe û wê bibin opozîsyon. Lewra ez wekî Parlementer di gel peyama Serok Wezîranim dema dibêje şerîkên serkeftinê gelekin.